Ciwanên Tebqayê bi daxuyaniyekê bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê şermezar kir. Ciwanan di daxuyaniya xwe de got “Xewnên Osmaniyan tê bi tabûtên leşkerên êrîşkar re bêne binaxkirin.
TEBQA-Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê, Meclisa Ciwanên Tebqayê (Yekitiya Jinên Ciwan, Yekîtiya Sporê û Ciwanên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê) daxuyaniyek da.
Daxuyanî li pêşiya Navenda Meclisa Ciwanên Tebqayê bi beşdariya ciwanên Tepqayê,daxuyanî ji aliyê endamê rêveberê Ciwanên Tepqayê Mehmûd El-Yetîm ve hate xwendin.
Ciwanan di daxuyaniyê de êrîş û kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê şermezar kirin. Her wiha soza dewamkirin û bilindkirina têkoşînê dan.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em soz didin ku têkoşîn dê dewam bike, heta dilopa xwîna xwe ya dawiyê em ê axa xwe biparêzin. Eger dagirkerên Tirkiyê nêzî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin, dê xwenên Osmaniyan bi tabûtên leşkerên êrîşkar re bêne binaxkirin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bi can, bi xwîn em bi te re ne Efrîn” bi dawî bû.