Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hate protesto kirin. Di çalakiyê de peyama “Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne’ û berxwedana grevên birçîbûnê yên li Hewlêr, Strasboûrg û li bajarên din hate silavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN– Li bajarê Fransa Marsîlyayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger tecrîda li ser Ocalan hate protesto kirin. Di çalakiyê de peyama “Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne’ û berxwedana grevên birçîbûnê yên li Hewlêr, Strasboûrg û li bajarên din hate silavkirin.
Girseya gel li Qada Canabiere li hev civiyan û heta Qada Vîeûx-Port meşiayn. Zêdetirî 2000 kes beşdarî meşê bûn, wêneyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ala PKK’ê hate hildan.
Di çalakiyê de salvegera êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hate şermezarkirin û dirûşmeyên ‘Kujer Erdogan’ , ‘Bijî berxwedana Leyla Guven’ û ‘Bê Serok jiyan na be’ hatin berzkirin.
Li Qada Vîeûx-Port meş veguherî mîtîngê. Siyasetmedara Kurd Dîlek Ocalan a li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye bi rêya telefonê beşdarî mîtîngê bû û axivî.
Piştre siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan jî axivî û banga xwedîderketina li berxwedanê kir.