Hêzên Rizgariya Efrîn’ê bi daxuyaniyekî çalakiyekî ku doh li darxistin diyar kir.
EFRÎN-Hêzên Rizgariya Efrîn’ê bi daxuyaniyekî çalakiyekî ku doh li darxistin diyar kir. HRE got; ”Di encama çalakiyê de tirêksa çeteyan hat ruxandin û li gel ku windahiyên çeteyan çêbûn jî, di derheqa encama hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketin.”
Daxuyanî wiha ye:
Şervanên me çalakiyên xwe yên ku li herêma Efrînê û derdora wê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî lidar dixin didomînin. Di vê çarçoweyê de:
Di dîrokê 20 Çileyê de şervanên me, li derdorê MAre ya dikeve Bakurê Helebê tirêkseke çeteyên a ku tunel dikolandin û xendek çêdikirin hedef girtin. Di encama çalakiyê de tirêksa çeteyan hat ruxandin û li gel ku windahiyên çeteyan çêbûn jî, di derheqa encama hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketin.