Bi dehan xwendekarên Efrînê ku li zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo dixwînin, li pêşiya avahiya nûneriya Netewyên Yekbûyî NY`ê li bajarê Qamişlo çalakiyeke lidar xistin.
QAMIŞLO- Bi dehan xwendekarên Efrînê ku li zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo dixwînin, li pêşiya avahiya nûneriya Netewyên Yekbûyî NY`ê li bajarê Qamişlo çalakiyeke lidar xistin.
Xwendekaran bê nevber dirûşmeyên şermezarkirina kiryarên dewleta Tirkiyê û çteyên wê li Efrînê her wiha bêdengiya Nerewyên Yekbûyî hildan.
Çalakvanan daxuyaniyeke ku di vê derbarê de amade kiribûn, xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Wek roja 20 Çileya 2018 an de dewleta Tirk êrîşek hovane li ser efrînê bi tank û topan û balafiran gund û bajarên efrînê wêran kir di êrîşa ku 58 rojan berdewam kir bi hezaran sivîl di nav de zarok û jin hebû jî hatin kuştin û birînkirin bi sedan Kurd neçarî koçberiyê bûn her wiha bi dehan komkijî pêk hatin niha piştî salek ji dagirkirina efrînê dewleta tirk û komên girêdayê wê bi sedan binpêkirin ên dij mirovî pêk anîne kurdên ku li efrînê mane tên revandin û kuştin her wiha bi hezaran malbatên ji xuta û derayê li Efrînê bi cih dikin û demografiya herêmê diguherînin.
Ji ber vê sedemê em wek xwendekarên efrînê ji netewên yekbûyî dixwazin ku dewleta tirk û komên wê ji efrînê derxin û efrînê ji dagirkeriyê xelas bike da ku gelê efrînê vegerin cih û warê xwe her wiha em bang li saziyên Mafê mirovan dikin ku çavên xwe li ser sûcên dewlata tirk negrin û derxin holê”