QSD‘ê têkildarî teqîna ku îro li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê pêk hatibû daxuyaniyek nivîskî weşand.
NAVENDA NÛÇEYAN-Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê derbarê teqîna li dijî karwaneke hêzên wan û leşkerên koaslîyon li ser benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li nêzî pira 47 li navçeya Şedadê pêk hatî daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye;
“Hêzên me di pêngava rizgarkirina gundewarên Dêrazorê de berdewam e û derbeyên giran li rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê dixin. Hêzên me roj bi roj bi pêş de diçin û terorê li herêmê tine dikin, ji ber vê yekê rêxistina terorîst ji bo astengkirina pêngavê êrîşên xwekujî pêk tînin.
Di 21‘ê Çileya 2019‘an de, dema ku dewriyeke hevbeş a hêzên me û yekîneyek Hêzên Koalîsyona Navdewletî li ser rêya giştî ya bajarê Şedadê erka xwe pêk dianî, rêxistina terorîst bi wesayîteke bombebarkirî êrîşekî xwekuj hewl da dewriyeya me bike hedef. Lê hêzên me ji bo rêgirtina li ber êrîşî tedbîr girtin.
Êrîşa hovane ya ku dewriyeya hevbeş a hêzên me û Koalîsyona Navdewletî ji ber hişyarbûna hêzên em ne gihiştin armancên xwe, tenê ziyanên madî çêbûn.
Êrîşên bi vî rengî, nîşan dide ku rêxistina DAIŞ‘ê bi têkçûyîna xwe re stratîjiyeke nû xistiye dewrê de, bi vê yekî êrîşên xwe yên terorîst zêde dike û hucreyên xwe yên veşartî dixin tevgerê..
Erka me berdewam e heta tevahî herêmên me ji terorê rizgar bibin û hucreyên veşartî tine bibin ku nehêle rêxistina terorîst ji nû ve derkeve an jî bi navên dîtir xwe ava bike.”