Ulaş Bardakçı (Ramazan Güleken) , Di sala 2014’an de tev li refê THKC’ê bû. Ji Stenbola demekî xebat kir û pişt re berê xwe da çiya. Dema artêşa Tirk a dagirker dest bi êrîşê dagirkeriya Efrînê kir tev li berxwedana serdemê dibe. Û roja 7 an berxwedanê de dibe nemir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ulaş Bardakçı, Di sala 1947’an de li Hacıbektaş’ê hatiye dinê. Piştî dibistana serete û dibistana navîn li ODTU’yê dest bi zanîngehê dike. Li vir ramanên şoreşgeriyê ve nasîna wî çêbû. Di serê sala 1970’an de beşdarî THKP-C’ê ya Mahîr Çayan û hevalên wî damezrandi bûn bû. Bi Mahîr Çayan û Huseyîn Cevahîr ve komîteya navendê ya rêxistinê de cih girt. Beşdarî çalakiyê THKP-C’ê bi çek ên pêşiyê bû.
Li Stenbolê dema çalakiyê şoreşgerî dimeşand 19 Sibat 1972’an de avahiyê ku Arnavutkoy’ê têde dema hat dorpeç kirin. Bardakçı, Bi polîsên ku avahîde lêgerîn dikirin re kete şer û şehîd ket.
Ramazan Guleken navê xwe ji pêşengekî wiha şoreşger hilda. Dema çû gerîla êdî ew Ramazan nebû, Ulaş’ê ku şopdarê wî bû. Ulaş di sala 2014’an de tev li refê Cepheyê bû. Ulaş piştî tevlêbûnê demekî Li Stenbolê beşdarî çalakiyê gel bû û gerîlatiya bajar dikir wek Ulaş’ê ku navê wî hildabû.
Ulaş, di sala 2015’an de li qadê azad ên ku dixwast û xeyal dikir de bû. Ulaş, di sala 2015’an de qadên gerîla de li ser “Şerê Gerîla û rêwazan” perwerde girt. Ulaş, ji perwerdeya ku hilda bi hêz derket hêza ku şehîdan girtibû gerîla ve kire yek. Ulaş bi jiyana gerîla ve wekhev bibû. Ulaş dema li çiya mabû bi aliyê heval û rêhevalên xwe ve gelek hatibû hezkirin. Ulaş her çiqas bajarê mezin Stenbolê hatibe jî di demekî kurt de hîmê çiyayê azad bibû. Êdî ew Ulaş’ekî çiyayî bû.
Dema rûpelê dîrokê 20 Çile 2018 nîşan dida artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk dest bi êrîşî Kantona Efrînê ya ku jiyana azad lê hatibû afirandin kir. Piştî THKC’ê daxuyanî da û got em vê êrîşê qebûl nakin û emê werin berxwedana serdemê ya Efrînê Ulaş jî helewsta xwe diyar kiribû û ji bo parastina Efrînê de cih bigire ketibû rê. Ulaş wê demê yekîneyê gerîlayê THKC’ê ve derbasî Efrînê bû. Ulaş, hêrsa ku bajar de komkiribû bi perwerdeya gerîla ve li hember artêşa Tirk a dagirker li Efrînê serî bî serî şer dikir.
Ulaş bi giraniya navê ku hildabû ve şer dikir. Ulaş 7. roja berxwedana serdemê de roja 27 Çile 2018’an li navçeya Efrînê Raco’yê de li ser girê Kevirê Ker şerê li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk de gihîşte şehadetê.