NAVENDA NÛÇEYAN
Di dîrokê de her çiqas kesên ku tewanek kiribe tenê hatibe hiştin an jî ji bo kesên tewanbar were rêya rast bi rêbazên cur bi cur ceza kiribin jî beriya dewletê mirov nikare zêde ji rêbazên wisa re rast were. Beriya dewletê, di serdema civaka komunal de zêdetirî kesên ku li dijî civakê xwe derketine re tewr hatiye nişandan. Kesayet jiber ku hestên wî ya şermê bi hêz bûye nekariye derkeve nav civakê xwe, ji ber vê jî pirî caran an xwe tene hêştiye an jî xwe bi rastkirinê ji civakê xwe re daye pejirandin. Ji xwe mirov nikare di serdema civaka xwezayî de behsa wisa tewanên mezin bike. Ji ber ku jiyan ji xwe hevpar e, parvekirin esas e ne gengaz e ku ji klan an jî qebîleyê yekî dizîtî bike. Dîsa ji ber ku hêj hestên mulkiyeta taybet ava nebûye, tewanên xesp, dek, sextekarî, talankirin, pevçûnên navxweyî dernakeve. Li ser jinê zext an jî tundî çênabe. Jin di civakê de wek hêzeke û heta demek dirêj pêşenge jî. Ji ber ku hestên remzên xwezayê keşifkirin pêş de ye li gor nefsa xwe tevgerîn çênabe. Hestên mirovan ne ji ber tiştên maddî di cihê wî de ji tiştên manevî têr dibe. Lêgerînek heye.Ji ber vê jî destdirêjî, xirab bikaranîn, tecavûz an jî revandin çênabe. Mirov dikare bêje ku di mayindeyîn dîrokê de mirov nikare rastê perçeyên zindanan were. Helbet ev heya beriya avabûna dewletê ye.
Piştê ku dewlet tê avakirin êdî xirabî di nav civakê hêdî hêdî belav dibe. Dewlet wek jeriyekî marê belavê şaneyên mirovan dibe. Tecavûz, xesp, dizî, talan hwd. Hemû bi dewletê re dikeve nav civakê. Bi mezinbûna pîramît û zigûratan di mirovan de jî çav birçîtî pêş dikeve. Her wiha li dijî dewletan, li dijî xirabiyên wî, neheqî û bêedaletiya wî yê ku serî hildidin jî gelek derdikeve. Lê bele dewleta ku van tiştan bixwe bi destê xwe diafîrine wek tewanek (sucek) qebûl dike. Vê carê têgeha cezayê derdikeve holê; ‘Suc û ceza’.
Di serdemên dewletan de di destpêkê de rêbazê cezayê cuda tê bikaranîn. Kesên ku tewanbar tê dîtin naxin cihekî girtî. Piranî kesên ku li gor serdestên dewletan tewanbare di karên giran de didin şixulandin. Piştre dibînin ku her diçe li gor wan kesên ku suc dike zêde dibe. Lê cezayên herî giran ji yê kul i hember neheqiya serdestan dedikevin ji wan re tê birîn. Di dîrokê tê zanîn gelek kesayet ji ber li dijî polîtikayên serdestan derdikevin an di nav agiran de hatine şewitandin an jî çermên wan hatiye rakirin. Lê piştê ku hegemonyayên metînger dibînin ev ne çareseriyeke û her diçe hejmara kesên ku li dijî wan derdikeve zêde dibe. Her wiha ji ber ku civak di bin zordestiya metîngerî û feodalîzmê de ye bûyerên dizî, xesp, revandin hwd zêde dibe. Cihê ku dizîtiyên mezin yê ku ji civak tê dizîn û ji ber birçîbûnê, ji ber tune bûnê derketina bûyerên wisa mirov nikare bêje ku tewaneke. Civaka ku berê dewletê di nav hebûnê de dijiya û şad bûn, piştê dewletê dikeve di nav tunebûnê, di tunebûn û xirabiyan de gelo mirov dikare civak ji ber bûyeran sucdar bibine? Pirtûka Suc û Ceza ya Dostyevskî di vê mijarê de peyamên girîng dide ji me re.
Dewletê ku nedikariya pêşiya bûyeran bigire û bi darvekirinan pêşiya hersa gel bide sekinandin vê carê destbi avakirina girtigehan ango zindanan kir. Tê qebulkirin ku zindana yekem di sala 1595’an de li Amstedamê hate vekirin. Di heman demê de cihên ku nayên bikaranîn, an jî kelehên nayin bikaranîn jî bi heman armancê tê şuxilandin. Kuleya Londra’yê, Keleha Parîs’ê, Zindanên Yedîkule yê Stenbol’ê ji van çend mînak in.
Piştê ku êdî mirovan xistin cihên girtî vê carê zulmek û êşkenceyek din destpêkir. Bi kesên ku sucên takekesî û ji bo di oxirên maddî de suckirine ve Keseyatên siyasî, dijberên serdestiyê û dewletan, dijberê kapîtalîzmê, lêgerînêrên heqîqetê, parazvanên mafê mirovan, femînîst, ekolojist, rewşenbîr, rojnameger, şoreşger û xwendekar jî xistin van zindanan. Heta zarokên ku hêj nedizaniyan suc çiye jî dîsa di zindanên dewletê de hatin heps kirin. Dewletê ku sedema hemû xirabiyan bû tehemmûlê kesên edaletparêz, gelparêz, welatparêz, xwezaperest, civakparêz nekir û di zindanên xwe de bi îşkence û zilmê xwest van kesayet û tevgeran ji rêyê van vegerîne û radest bigre. Dewletê xwînmêj ku qereqolên Modernîteya Kapîtalîste herî zêde jî ji pêşengên gel û tevgeran ditirsiya. Ji bi dewletê kesek serî hilde ne zêde girîng bû, dewlet ji hêzên rêxistinkirî, civakên ku yekitiya xwe ava kiriye ditirsiya. Rêberên têkoşînên gel ji bo wan xeteryek mezin bû. Ji ber vê jî dewlet ê ku dikare veşartî bikuje wê bikuşta, ê ku nedikare bikuşe jî digire girtigehên metingeriyê.
Wekî hemû dewletan li Tirkiye jî ev rêbaz pir çalak tê şixulandin. Dildarên azadiyê, lêgerînerên maf û edaletê, parazvanên heqîqetê ji aliyê metingeriya TC ve di zindanan de hatiye rehîngirtin. Ê ku suc dikir dewlet bû lê yê ku tewanbar dihat dîtin ew bûn. Ev rêbaz herî zêde jî pişte damezrandina Tevgera Azadiyê hate şuxilandin. Tevgera Azadiyê ji derketinê xwe ve baweriya hêza civakê dikir û bawerî ji civaka Gelê Kurd dida ku ew vê dozê bibe serkeftinê. Ji ber vê jî dewlet herî zêde bi vê yekbûna Gel û Tevgera Azadiyê ditirsiya. Heta deste wî hat kesên ku nasnameya xwe parast kuşt û yê ku destê wî nehat jî di zindanên hov de, bi îşkenceyên nehatiye dîtin, bi tecrîdên giran xwest radest bigire. Bi sed hezaran kes zêdetir ji heps û zindanên dewleta dagirker derbas bû. Tenê di deh salên dawî de bi deh hezaran Kurd ji ber mafê xwe parast, hate girtin û di îşkenceyên sistematik derbas bû. Dîroka Zindanên Amed’ê di vê mijarê de minaka herî di bîra mirovan de maye ye. Dîsa Zindana Mamak’ê, Ulucanlar’ê, Sînop’ê mînakên nayên jibîrkirin e.
Lê ew nedizaniyan ku mirovên bi rumet li hember polîtikayên radestgirtinê wê berxwe bidin. Nedizaniyan ku vînaşoreşgeran radest nayê girtin, ji bo mirova/ê bi rumet ji xeynî berxwedanê tu tişt ne girîng e. Çav vekîrî diçûn mirinê lê teslimiyetê qebul nedikirin. Ji bo wî jî digotin ‘Em jiyanê qasê ku di oxira wî de biçin mirinê hezdikin!’.
Wê Bidome….
Hamza MUNZUR