Endamên Tevgera Ciwanên şoreşger li Bordeaux’ê çalakiyekî bêîteatiya sîvîl li dar xistin.
FRANSA- Li bajarê Fransa Bordeaux’ê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîda giran li ser rêberê Gelan abdullah Ocalan û ji bo pişgiriya çalakiyên greva birçîbûnê li gara trênê ya Saint-Jean’ê çalakiyeke bêîteaatiya sîvîl li dar xistin. Bi dehan ciwan di çalakiyê de bi diruşmên ”Ji Ocalan re Azadi” û ”Leyla Guven rumeta me ye” berz kirin û belavok belav kirin.
Ciwanan di dawî de merşa Çerxa şoreşê xwendin.