Meclîsa Ciwanan, li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgirîdayîna çalakiya Hevseroka KCDê Leyla Guven daketin qadan û gelek deveran çalakî li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Meclîsa Ciwanan, li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgirîdayîna çalakiya Hevseroka KCDê Leyla Guven daketin qadan û gelek deveran çalakî li dar xistin.
AMED
Li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li navçeya Amed Kayapinarê, Meclîsa Ciwanên HDPê daketin qadan û bi diruşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan“, “Leyla Guven Rûmeta Me ye“ û “Bijî Serok APO“ ve çalakiya meşê li dar xistin.
WAN
Li navçeya Wan Îpekyoluyê, Meclîsa Ciwanan, li hemberî tecrîdê li Kargeha Navenda Aydin Perîhanê belavokên ku li ser “ Ji kesên ku ji bo nirxên xwe, xwe razandinin mirinê re deng bide!“ nivîsandî belav kirin.
STENBOL
Li navçeya Stenbol Sancaktepeyê, li hemberî tecrîdê, ciwan daketin qadan û panqartên “Tecrîd Sucê Mirovahiyê ye“ û “Ji Ocalan Re Azadî“ nivîsandî daliqandin.