Li gor Ajansa Mezopotamya’yê Saziya Tipa Adlî (ATK), di derheqa dayika Sisê Bingol ê 85 salî yê ku bi hinceta alîkariya Rêxistinê kiriye hatibû girtin û 4 sal û 2 meh ceza dabûn de biryareke sqandal hate girtin. Ruxme ku Di tetkîkên ku li Zaningeha Mersîn’ê hate kirin de rapora ”Di girtigehê de mayîn jiyana wê dixe rîskê, di laşa wê de % 97 wundahiya fonksikoyonê heye) jî, ATK raporekê sqandal saz kir û got “Di hewldana xwe xirab nîşandinê de ye, dikare girtigehê bimîne).
Dayika Sisê Bingol li gund3e Badan a navçeya Muş Gimgim’ê di meha Nîsana 2016 de di serdegitina malekî de bi sê kesan re qaşo ku “endamê rêxistinê ye” hatibû binçavkirin û hatibû girtin. Niha jî li gitigeha Tîpa T a Tarsus’3e dimîne.
Biryara ATK’ê a ku biryareke bêexlaq û bêhiquq e, di derheqa dayikekî 85 salî de, yê ku bi dehan nexweşî re mijul e û nikare pêwîstiyên xwe tenê serê xwe pêk bîne di girtigehê de girtin biryarekê ne tenê bêhiquqîye di heman demê de derveyî mirovî û ji Gelê Kurd re heqeretek e.
Tê zanîn gelek girtiyên azadî yên nexweş ji ber biryarên wisa bêexleq di girtigehê de ji jiyana xwe dest dan.