Keyayên li Dêrik û Qoserê jî di nav de yên ku qeyûm li şûna wan hatin bicihkirin, herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN-Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de, li navçeyên Dêrik û Qoserê operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin. Herî kêm 10 kes hatin destgîrkirin.
Keyayê taxa Derînsû yê navçeya Dêrikê Arîf Tekîn û Keyayê taxa Eşme ya navçeya Qoserê Şukru Gumuş jî di nava destgîrkiriyan de ne ku beriya niha qeyûm li şûna wan hatibûn bicihkirin.