Rêxistina AKP a navçeya Yenîşehîrê ji gelek kesên ku GSMê bikar tîne peyamek şand. Peyamê ku ji gel re hatine şandin de diyar dibe ku AKP wek bertîlê wê 350 tl ji gel re bişîne.
NAVENDA NÛÇEYAN- Beriya her hilbijartinê AKP ji bo bikaribe gel bixapîne serî li dekên cuda dide. Vê carê jî bi peyamê ku ji gel re hatine şandin de diyar dibe ku AKP wek bertîlê wê 350 tl ji gel re bişîne.
Rêxistina AKP a navçeya Yenîşehîrê ji gelek kesên ku GSMê bikar tîne peyamek şand. Di peyamê de hatibû nivîsandinê de digot “Serokkomarê me Recep Tayyip Erdogan ji we re 350 tl pereya xerckirinê şandiye. Hûn dikarin ji dîroka 23.01.2019 de ji PTT an nû bi nasnameya xwe ve bigrin. Bi hêviyên rojên baş de bikar bînin. Rêxistina AKP a navçeya Yenîşehîrê”