Polîsan bi hinceta pankarta li ser “Em berxwedana zindanê mezin bikin” a ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat daliqandin, avêtin ser avahiya HDP’a Yenîşehîrê.
AMED -Li Amedê HDP’a Yenîşehîrê ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku 76 roj in ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bê di greva birçîbûnê de ye, pankarta li ser “Em berxwedana zindanan mezin bikin” li avahiya navçeyê daliqand. Piştî pankart hat daliqandin polîsan avêt ser avahiya partiyê.
Di avêtina ser avahiya partiyê de Hevserokê HDP’a Yenîşehîrê Vahap Gunaydin û rêvebera partiyê Arzû Candan hatin binçavkirin. Polîsan kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Amedê.