Xwediyên herî kevin ên têgîna dîn û xwedê ango elîtên Rojhilata Navîn, ji her kesî baştir dizanîbûn xwe neavêjin bextê vî dîn û xwedayê hegemonên nû, wê nikaribin bijîn.
Abdullah Ocalan
Pozîtîvîzm bi îhtîmam û nazenîniyeke mezin hewl dide dewleta netewe weke rewşa berbiçav a zanist û hunerê nîşan bide. Modernîteya kapîtalîst bi vî rûyê xwe derewa herî mezin xistiye piyaseyê. Heta dawiyê bi israr îdîa dike ku diyardeyî, objeyî û zanistî ye. Dewleta netewe tevahiya hêza xwe ji vê propagandayê re vediqetîne. Dinyayeke gelekî mezin a akademîk ava dike. Mîtolojî û propagandaya wê ya ku di dîrokê de ti dîn û xwedayî (qral û meşrûtiyeta wî) nikarîbû pêk bîne, di vê dema modernîteyê de tê pêkanîn û wê dixin bazarê. Ji ber ku çaviyên exlaqî û polîtîk bi tevahî hatine xirakirin, navendên maneyê hatine hilweşandin ti mejî û dilê bi van mît û propagandayan nexape, hema hema nemaye.
Çarçoveya huner û zanistên pozîtîvîzmê danîbû ji krîza piştî salên 1970î para xwe girtin, ji lewra pêre rûbirû bûn ku maskeyên wan ên qaşo heqîqetê îfade dikin, bikevin. Ev, bi parçebûna dogmatîzma dewleta netewe re ji nêz ve têkildar e. Ya diqewime, rohnîbûneke duyemîn a di nuqteyên tarî mayî yên rohnîbûna yekemîn de ye. Dewleta netewe wexta xwezaya civakî bi projeyên xwe yên muhendistiyê hûrhûrî dike, ne bi tenê rastiya diyardeyî, pêhesîn û têgihiştina wê jî xira dike. Wexta ku diyarde tê tinekirin bivê nevê pêhesîn û têgihiştina wî jî derbê dixwe.
Yek ji heqîqetên zanista civakî ya derketiye holê, dîrokbûna civakê ye. Dewleta netewe li şûna dîroka civakî, avakirineke mîtîk a elîteke bûrjûwa ya desthilatdar mîna dîrokê pêşkêş dike. Haya wê ji wê nîne ku ji dîroka dînî û mîtolojîk a gelekî rexne dike, zêdetir derketiye derveyî heqîqetê. Zanista civakî ya Ewrûpayê çendîn dibe îdeolojiya fermî, dibe îfadeya herî paşverû ya mîtolojîk. Tevî hemû îdeaya xwe ya zanistî jî, metafizîk e. Rewşa zanistê, ji ya huner têde ye, cuda nîne. Bûne sermayeyên pêvek ên bi ser kapîtalîzmê ve. Zanist û huner çendîn dibin zanist nirxa xwe ya heqîqetê jî ji dest didin. Tesfiyekirina felsefeyê weke zanista heqîqetê û bi vî awayî ji aliyê maneyê ve têkçûna wê, bi qasî qirkirinên maddî û fizîkî yên civakê rê li ber felaketan vedike. Civaka bê felsefe civaka tayê wê bi heqîqetê re qutbûyî ye. Ev jî tê wê maneyê ku civak bi tenê dibe lod û gidîşeke obje û tiştan. Civaka obje jî ew civak e ku bi tevahî qabîliyetên wê yên parastinê şikiyane, mîna gidîşeke alavan li her cure mêtinkariyê vekiriye. Mirov nikare li felaketeke bi qasî civakeke qabîliyeta xweparastinê jidestdayî mezin bifikire. Dewleta netewe civakê bê xweparastin dihêle û bi vî awayî dibe dehemîn hêmana herî mezin a pirsgirêkên civakê.
Amsterdam-Hollanda û London-Brîtanyayê wexta dewleta netewe weke amûrekî stratejîk pêşde birin, haya wan ji wan hebû çi dikirin. Di nava wan de yên dizanîbûn cinawirekî çiqasî bi tehlûke çêdikin. Ji bo zirara vî cinawirî bi sînor bikin, kêm be jî ji bo parastina ferd û civakê hinek tedbîrên huqûqî û demokratîk kêm nekirin. Ev yek ji bo binyeya navxwe dikirin. Li ser rûyê dinyayê (bejahiya Ewrûpayê jî di navê de) jî weke xirabiyên ji Qutîka Pandorayê derketine, reşandin. Bi vê, civaka berê û Ewrûpaya nû parçe kirin û karîbûn wan pê bixin hegemonya xwe.
Îdeologên Elman ên ehmeq û zanyarên pozîtîvîst ên Fransî yên xwe gelekî biaqil dizanin, ev Pandora mêran pîroz kirin û weke ku dîn û xwedayekî rastî be, ew kişandin Panteona modern. Her elîta desthilatdar a ket bin bandora modernîteya kapîtalîst, pûtên xwedayên xwe yên nû li gorî van modelên nû ava kirin û xistin şûna yên berê. Xwediyên herî kevin ên têgîna dîn û xwedê ango elîtên Rojhilata Navîn, ji her kesî baştir dizanîbûn xwe neavêjin bextê vî dîn û xwedayê hegemonên nû, wê nikaribin bijîn.