NAVENDA NÛÇEYAN
Rêber APO got ku ;“ Azadî, armanca gerdûnê ye“. Em wek mirovahiyê, di nava vê gerdûnê de xelekek girîng in. Lê, neyê jibîrkirin ku em, di nava bi hezaran xelekan de tenê xelekekê ne. Armanc û berpirsiyariya gerdûnê heye. Ji ber vê jî bêyî sekn û bi awayekî rêkûpêk vê çerxê dizivirîne. Dema em li cîhanê ku em tê de ne binêrin, rastî li gelek cûreyên jîndar werin ( Qûantûm dibêje ku ev cûreyên jîndar tenê ji dinokekê pêk tên). Ji jîndarên behrê bigrin heya li beqan, ji beqan bigrin heya li mişkan, li pisîkan, li meymûnan û heya li mirovan. Ev çerxa jîndaran, di mirovan de bi dawî dibe. Her pergala xweparastina van jîndaran jî heye. Ji ber ku bêyî xweparastina cewherî, tu jîndar nikarin li jiyanê bimînin. Mînak, şêwaza xweparastina pisîkan, naprokên wan ên tûjkêr û dirinde ne; ya maran, zimanê wan ên bijehr e; li gel rindiya bêhempa yên gulan, striya wan ên tûj in. An jî, li dema havînê mar mişkê dixwin, li zivistanê jî mişk marê dixwin û hwd. Li vir, em xweşikahiya xwezayê dibînin. Niha jî, em, li pergala xweparastina cewherî ya xeleka herî girîng, ango li mirovan binêrin. Mirov, bi hişê xwe û bi civaka xwe dikare xwe biparêze. Mirov, heya ku civaka xwe hebe mirov e. Mirov, bêyî civak, civak jî bêyî mirov nabe. Ji ber ku; civaka mirovan hebe, wê çaxê dikare bifikire, dikare biaxive û dikare bi pêş bikeve. Mînak; pitikeke ku nû diwelide, ma dikare pêdiviyên xwe bîne cih? Na. Ji ber ku, di nav cûreyên jîndaran de, tenê mirov muhtacê lênêrînê ne. Lê belê di mercên roja îro de, pergala qapîtalîzm, an jî bi gotina Serokatî “cinawira Lewîathanê“, bi felsefeya xwe yên takakesparêzî û ezperestiyê ve, ango bi lîberalîzmê ve dixwaze civakê perçe bike. Li mirovan, bi teybetî jî di ciwanan de, feraseta berpirsiyariya xwezayî dikuje û dixe pêşbirka karîyerîzmê. Û di vê pêşbirkê de, yê ku herî zêde ji cewherê xwe qut bûye û bûye biyanî bi ser dikeve û berdewamiya serkeftina wê/î jî dixwazin. Di rastiyê de jî yê ku têne xwestin berdewamkirina îxanetê ye. Ango pergala qapîtalîzmê, civakê ber bi tunebûnê re kaş dike. Di nava civakê de her roj, bi dehan jin tên qetilkirin û bi sedan ciwan jî ji ber bêarmancbûnê dikevin tora tîryakan û xwe dikujin. Ev mînakên herî xwerû ne. Heke pirsa ”em cinawira Lewîathanê çawa têk bibin“ were pirsîn, bersiv ew e; di hemû dîroka şaristanî û mêtingeriyê de, mêla serdest berxwedan bûye. Û her tim jî ev berxwedan, ji aliyê ciwanan ve hatine destpêkirin. Belê, em wek ciwan, domvanên kevneşopiya berxwedanê ne. Ji bîr nekin ku, nasnameyên ajalan tên qebûlkirin lê belê gelê Kurd ku hejmara wan ji 40 mîlyonê zêdetir e tên înkarkirin û nasnameyên wan tune dihesibînin. Siyaseta înkarkirinê û tunekirinê, ji gelê Kurd re, bi hovane ji aliyê dewletên faşîst ve dihat nerîtandin û Kurd dihatin qetilkirinê. Ji ber ku ji vê siyasetê encam nedigirtin, polîtîqaya “ Heke nikarî tune bikî, wê çaxê tune bihesibîne “ xistin kiryarê. Ji ber ku, dîtin ku gelê Kurd, li hemberî her êrîşên hovane radibûn ser piyan. Îcar jî Dewleta Tirk a faşîst, polîtîqayên cuda bi pêş xistin, ango siyaseta xwe hîn ziravtir kir. Erdoganê ku digot “ Kurd nîn in “, niha dibêje “Birayên min ên Kurd“. Her ku got “Birayên min ên Kurd“ komkujiyek pêk anî. Helbet, ciwanên Kurd jî, lê bêdeng neman. Ji ber ku, êdî ciwan dizanin ji bo ku ji dijmin tol were girtin, hewceye ku tevlî paradîgmaya Serok APO û gerîlayên azadiyê bibin. Bi teybetî jî jinên ciwan. Ji ber ku, di nava civakê de, jin, wek bêhêz, kesên ku tenê xwarin çê dike û li zarokan dinêre, tê dîtin. Lê belê, ev hişmendî, bi artêşa jinên Kurdistanê re (Partiya Azadiya Jinên Kurdistan), ango bi PAJKê re hat jêbuhurtîn û hat dîtin ku jin hîn şerkertir in. Dîsa di Şoreşa Rojavayê de, berxwedana bêhempa ya jinan, şerkeriya ku di cewherên jinan de heye, derxist holê. Lewra, dema ku dijmin êrîş dike bêyî ku bibêje jin, mêr, zarok û pîr e, qetil dike. Li gel vê, saziyên ku ji bo ciwanên Kurd bên bişaftin didin vekirin, ciwanên ku pirsiyarî nakin û li hember êrîşên wan ên hovane dernakevin, ango dixwazin ciwanên bêgiyan biafirînin. Ciwanê bêgiyan tê wateya civaka bêgiyan. Ji lewra ciwan, hêvîya gel in. Erdogan hewl dide ku vê hêviyê bişkîne. Ji ber daxwaza afirandina civakeke bi temamî bende, Erdogan niha bi giranî li ser meclîsên jin û ciwanan radiweste. Divê bê zanîn, bi yekîneyên xweparastina cewherî ve dikarin li hember van êrîşan bisekinin û em wekî xort û jinên ciwan dikarin dawîya van komkujîyan bînin û azadîyê diyariyê gelê xwe bikin. Di vir de ya bingehîn jixwebawerî û xweserwextkirina xort û jinên ciwan e. Min girîngîya xweparastina cewherî li jor destnîşan kiribû. Heger ku hûn bipirsin ka em dê yekîneyên xweparastina cewherî çawa saz bikin? Em dikarin bi wêrekî, welatperwerî û bawerîyê binyada wê daynin. Her ciwan divê ji bo parastina taxa xwe yekîneyan ava bike, helbet ew yekîneya ji bo ewlehiya kolanan divê bi awayekî illegal, ango veşartî bê meşandin. Divê em ji bîr nekin ku, em dikarin bi yekîneya xweparastina cewherî ya yekkesî jî çalakîyên serkeftî bikin. Armanca xweparastina cewheriyê, parastina civakê ye. Ji ber wê divê em hişyar bin ku, ew polês, eşker, sazîyên AKPê, ajan hwd. ên li Kurdistanê ji bo civaka me xeternak in. Belê em dibêjin leşker, lê divê pêşî ew ciwanên Kurd yên ku ji T.Cê re leşkerî dikin dev ji zîyangihandina gelê xwe berdin. Ji ber vê jî, heta ji barbaran re xizmetê dike, divê şerê ji bo gel û axa xwe wekî vatinîya herî pîroz bihesibîne. Divê em vê tiştê qet ji bîr nekin, li Kurdistanê çûkek jî heta ku bedel nede nikare azad bifire. Bi heman awayî, ew ciwanên ku li metropolên Tirkîyeyê dijîn divê jîyana faşîstan veguherînin kaosekê. Wekî nimûne, bi tenê li ser dîwaran ‘apocî li her derî ne’ nivîsîn jî dê jîyana wan serûbinê hev bike. Ji lewra divê êdî ew jî zanibin ku, heya êrîş û komkujîyên hovane li ser kurdan berdewam bikin, dê tu kes nikaribe li mala xwe bi aramî binive. Ji ber vê jî xweparastina cewherî, ji me re wekî av û nan pêwîst e. Em dê weqasî şoreşa xwe, bikaribin birehetî henase bistînin. Armanca talî ya şoreşê mirin nîn e, guherandina çarenûsayê ye. Wekî nimûne, Heleba ku ew sê sal bûn di bin dorpêçê da bû, di şerê şoreşgerî yê gel de bi yekîneyên xweparastina cewherî ve wê çeperê şkênand û dijmin ji Helebê dan derxistin. Ji lewma, gelê Helebê bi hişmendiya xweparastina cewherî ya ku Rêbertîya me li ser gel afirandibû şer dikir, dê û bav, ciwan û pîran digel hev şer dikirin. Ango dîrokê cardin da nîşanê me ku li Kurdistanê dayîkek jî, bavek jî, ciwanek jî û zarokek jî şervan e. Bes bila xaka xwe radestî dijmin neke, evîndarê welatê xwe be û xwedî wijdaneka civakî be. Heger ku li cem gel yekîtî û piştepiştî hebe jixwe tu kes dê muhtacê dewletê nebe. Çunkî dewlet bêyî gel nikarin hebûna xwe bidomînin, lewra dema tu kes tunebe karê wan bike, wê çaxê ew bêkarîgerî dibin. Îro, kêlî, kêlîya şoreşê ye. Ji ber vê jî, heger em li ser xaka xwe bixwazin bi rengê xwe, wekhev û bêdijmin bijîn, divê em ji bo tolhildana, gîyanê Hîraya pitik a 6 mehî, Hecî Lokman Bîrlîkê ku li pey panzêrekê ve hat girêdan û laşê wê bi awayekî tazî hat parçekirin, bedena Dayîka Taybet a nemir ya ku bi rojan li erdê mabû û bi hezaran şehîdên me yên qehreman ên ku ji bo axa pîroz a Kurdistanê xwîna xwe rijandine, di têkoşîna şoreşê da li ser navê azadîyê şer bikin û wekî Şehîd Reşît Serdar jî dibêje: “EM DÊ LI KURDISTANÊ NE DIJMIN TENÊ, SIHA WAN JÎ NEHÊLIN.”
TİJDA EKECÎK