Li bajarên Swîsre Bern, Zûrîh û Aarau duh endamên Tevgerên Ciwanên Şoreşger ji bo bal bikşînin li ser rewşa Leyla Guven û li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalaki li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li bajarên Swîsre Bern, Zûrîh û Aarau duh endamên Tevgerên Ciwanên Şoreşger ji bo bal bikşînin li ser rewşa Leyla Guven û li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalaki li dar xistin.
BERN
Li paytexta Swîsre Bernê jî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Bahnhofplatzê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî yên der barê grevên birçîbûnê hatin xwendin.
ZURÎCH: Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li ber strasyona trenê ya navendî ya bajarê Zurîch ê Swîsreyê pankarta bi nivîsa “Dem dema serîrakirinê ye li dijî tecrîdê” vekirin. Ciwanan ji bo balê bikişînin ser tecrîdê û grevên birçîbûnê belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin.
AARAU: Li bajarekî din ê Swîsreyê, li Aaraû, ciwanan li ber strasyona trenê ya navendî tecrîd protesto kirin. Ciwanan diyar kirin, heta ku daxwazên Leyla Guven bi cih bên anîn, wê çalakiyên xwe bi rengekî bê navber bidomînin.