”Bi çarçoweya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger ku li Eyaleta Serhedê didome çalakiyek hatiye kirin. 20’ê Çile saet 14.45’an derbeke serkeftî li yekîneya dijmin hatiye xistin û tespîtbûyî 1 leşker hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker qad bombe kiriye.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke niviskî da.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin:
”Artêşa TC’ê ya dagirker ev dmeke li qada Kirê Kor ê Îdirê bi deteka yekîneyên xef kemînan datîne. Li dijî van yekîneyên dijmin ku ji hêla hêzên me ve hatin kontrolkirin û şopandin û bi çarçoweya Pêngava Serfiraziyê ya Şoreşger ku li Eyaleta Serhedê didome çalakiyek hatiye kirin. 20’ê Çile saet 14.45’an derbeke serkeftî li yekîneya dijmin hatiye xistin û tespîtbûyî 1 leker hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker qad bombe kiriye.
ÊRÎŞA HEWAYÎ LI SER QADÊN GERÎLA
22’yê Çile seat 18.10’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Avaşînê ya Qadên Parastinê ya Medyayê qada Werxelê û Girê Karal bombe kirine. Di herdu bombekirinan ti ziyan negihaye ser hêzên me.