Naveroka Komara Kurdistanê bu sedem ku neyarên gelê Kurdistanê û dewleta Îranê bitirsîne û wisa bifikirin ku ezmûna Komara Kurdistanê desthilata wan têk bibe. Ev jî bû sedem ku ev hêzane bi komployeke bêrehm li dijî Komara Kurdistanê pêk bînin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb têkildarî salvegera damezrandina Komara Kurdistanê (Mahabad), tecrîda li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê û yekîtiya netewî ji ajansa me re axivî. Xerîb di destpêka axaftina xwede şehîdên Komara Kurdistanê bibîranî û got, “Ez bi rêzdarî hemû şehîdên Komara Kurdistanê û bi taybet jî Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî bibîrtînim. Em soza xwe dûbare dikin ku xeyal û hedefên wan pêk bînin û fedekariyên wan vala neçe.”
Naveroka axaftina Diyar Xerîb wiha ye;
Komara Kurdistanê zemîna demokrasiyê ava kir
Komara Kurdistanê temenê xwe kurt bû, lê di vê dema kurt de ezmûneke baş ji bo birêve birin, demokrasî û mafê mirovan pêşkêşê gelê Kurdistanê û mirovatiyê kir. Ji ber li gorî belgeyan û nirxandinên dost û dijminan, kes ji ber fikrên wan cûdane, mijarên siyasî û rêxistinî, neketine berlêpirsînê û ceza li kesê ne hatiye birrîn. Ev jî tê wê wateyê ku Komara Kurdistanê komarek bû ku hîmê demokrasiyê ji bo hemû kom, pêkhate û riwangehên cûda danî û derfet ji bo wan danî.
Komara Kurdistanê neyarên gelê Kurdistanê tirsand
Naveroka Komara Kurdistanê bu sedem ku neyarên gelê Kurdistanê û dewleta Îranê bitirsîne û wisa bifikirin ku ezmûna Komara Kurdistanê desthilata wan têk bibe. Ev jî bû sedem ku ev hêzane bi komployeke bêrehm li dijî Komara Kurdistanê pêk bînin. Ji ber vê jî beriya ku Komar saleke xwe temam bike, bi dawî hat.
Şahnişînên Îranê yên wê demê ji Komarê ditirsiyan. Di heman demê de hêzên cîhanî jî bûn sedem ku sîstema Komarê hilweşîne ji bo negihijin armanca xwe. Ev tirsa wan bû sedem ku li dijî Komarê komplo pêk were.
Di têkçûna Komarê de sedemên navxweyî jî hebûn
Di têkçûna Komara Kurdistanê de sedemên navxweyî jî hebûn. Beşek ji ew hêzên ku di Komarê de cih girtin, mixabin mirovên (dostên) dema teng nebûn, pişta xwe nedan hêza xwe û gelê xwe, pişta xwe dan derve û çavê wan li hêzên navdewletî bûn. Tevî ku wê demê Yekîtiya Sovyetan (Rusya) piştgiriyê dida û hinek hêzên din jî hebûn ku xwe weke damezrînerên Komarê didan nîşan. Lê dema helwesta hêzên navnedewletî hate guhertin, li dijî komara Kurdistanê komplo destpêkir, pişta xwe dan gel, eniya berxwedanê terk kirin û derbasê eniya dijmin bûn. Hindek jî ji bo xwe paqij bidin nîşan xwe weke bêalî dan nîşan û Komara Kurdistanê, Qazî Mihemed û hevalên wî bi tenê hiştin.
Gelê Kurdistanê şanazî bi pêşewazî Qazî û hevhelwestên wan dike
Ev jî bû sedem ku Komar lewaz be û Qazî Mihemed ûhevalên wî bi tenê bimînin û rûberûyê komployê werin. Lê dîsa jî bi serbilindî pêşwazî li vê rewşa nû kiribû. Weke pêşewa Qazî jî dibêje, “Ez serbilindim û zarokekî serbilind yê welatê xwe, ez ne rûreşim li beramber gel û netewa xwede.” Bêguman gotina wî raste û niha jî gelê Kurdistanê şanazî bi pêşawa Qazî Mihemed û yên bi pêşaware hev helwestbin bikin.”
Wesîyeta Qazî Mihemed yekîtiya gelê Kurd e
Qazî Mihemed di wesîyetnameyek de ji gelê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê daxwaz dike ku yekgirtî bin. Qazî Mihemed vê wesîyetnameyê çend roj beriya were darvekirin nivîsiye. Bangawazî li gelê Kurdistanê dike û dibêje, ‘Birayên min, ewladên min, daxwaz (nesîhet) dikim ku yekgirtîbin û yekbin. Tişteke we ya ji gelên din kêmtir nîne. Gelê Kurd bi yekgirtî karîn mafên xwe bidestbixin. Eger em yekgirtîbin, di warê camêrî û berxwedêriyê de gelek tiştên me ji gelên din zêdetir hene ku dikarin maf û azadiya xwe bidest bixin. Ji we dixwazim ku parçe nebin û bawerî bi dijminan neyênin.
Destkeftiyên gelê Kurdistanê bi yekîtî dikare bêparastin
Dijmin heya karê xwe bi we biqedîne pêwîstiya xwe bi we heye. Dema karê xwe jî bi we qedan bi şêwêyeke herî tund ceza dike. ji ber vê daxwaza min ji we ewe ku bawerî bi dijminên xwe neyênin û xwe nefiroşin dijminan. Bêguman ev hêvî ji bo îro jî derbasdar e. Îro jî destkeftiyên gelê Kurdistanê dikare bi yekîtiyê were parastin.
Destkeftiyên Rojava nimûneya zindîbûna Komara Kurdistanê ye
Niha li Rojavayê Kurdistanê gelek destkeftiyên mezin hene. Ev destkeftiyane nimûneyeke zindîbûna Komara Kurdistanê (Mahabad) ye. Destkeftiyên Bakur û Başûrê Kurdistanê jî nimûneyên zindîne. Ev destkeftiyane jî bi guh dayîna wesîyeta Qazî Mihemed dikarin bên parastin. Ji ber me par dît dijminên me li ser mijara Kekûkê, ji bo êrîşkirina ser Başûrê Kurdistanê yekgirtîbûn. Di mijara Efrînê de jî me dît çawa ji bo êrîşkirina li ser bajarên Kurdistanê yekgirtîbûn. Me dît dijmin û neyar çawa êrîşkirin û dewletên cîhanî jî çavê xwe ji van êrîşan re girtin.
Pêwîste em yekgirtîbin û di demên teng de pişt hev bigirin
Divê em em bawerî bi xwe bînin û beriya herkesê em bixwe dostê xwe bin. Divê em yekgirtîbin û di demên teng de pişt hev bigirin û ji hev dûr nekevin. Lê ya bi êş ewe ku di van demên dawiyê de dibînin, çawa di dema Komara Kuridstanê de hinek hêz û kom Komara Kurdistanê terk kirin û xwestin xwe bi dijmin bidin qebûlkirin û sadiqbûna xwe ji bo dijmin îspat bikin, eniya netewî parçe bikin. Evane karên xirabin û metirsine li ser gelê Kuridstanê û destkeftiyên wê. Di heman demê de ti fêdeyeke xwe ji bo gelê Kurdd û van hêzan jî nîne. Bêgûman wê dîrok hesap ji vana bipirsin.
Gelê Kurd gihîştiye wê astê ku dikare deskeftiyên xwe biparêze
Îro gelê kurd gihîştiye wê astê ku bikare deskeftiyên xwe biparêze. Bi ders derxistin ji ezmûna Komara Kurdistanê, gelê Kurd gihîştiye wê astê ku îradeya xwe bihêz bike û bikare destkeftiyên xwe biparêze. Gelê Kurd, îro gelê serdema Komara Kurdistanê nîne. Gelekî hişyar û bi îradeye.
Grevên birçîbûnê û hêza çalakiyan a şikandina tecrîdê
Em weke KCK di wê baweriyêdene ku gelê me yê li çar parçeyên kurdistanê û dostên me yên li derveyî Kurdistanê, di wê astêdene ku bikarin bi yekgirtî xwe û destkeftiyên demokratîk yên Kurdistanê biparêzin. Çalakiyên ku îro li zîndanên Bakurê Kursitanê, Ewropa, Hewlêr, Silêmanî, Şengal, Mexmûr û gelek cihên din yên cîhanê ku ji bo şikandina tecrîda ser Rêber Apo pêktên, vê rastiyê dide nîşan. Her wiha piştgiriyên derve jî ji bo van çalakiyane dide nîşan ku êdî gelê Kurdistan gihîştiye wê astê ku bi xwe sipartina hêza xwe, dikarin maf û azadiyên xwe biparêzin.
Hemû çalakgeran silav dikim
Ez rêz û silavên xwe ji bo Leyla Guven, Nasir Yagiz, Îmam Şîş û hemû çalakvanên ku ji bo şikandina tecrîd û faşîzmê dest bi greva birçîbûnê kirine.
Wê çalakî desthilatdaran neçar bikin ku tecrîdê bişkînin
Ev çalakiyane dewleta Tirk neçar kir ku malbata Serok Ocalan li gel hevdîtin pêk bîne. Wê gavên din jî li pey vê werin û hem dewleta Tirk hem jî hêzên navdewletî neçar bike ku tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin. Wê çar bike ku îradeya gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn qebûl bike. Wê çare bike ku bê îradeya gel esas bigirin siyasetê nekin.
Em bi her awayek li gel wene
Weke KCK em bi her awayek li gel wene. Em piştgiriya van çalakiyên we dikin. hêvîdarin ku gelê Kurdistan, dostên me û mirovhez li cihekî Kuridstanê û cîhanê, zêdetir xwedî li van çalakiyan derbikevin. Dviê em van rastiyane bikin ku gelê Kurdistanê gelekî ji 50 heya 60 milyon kesî pêktê, tê înkarkirin û bê nasnamekirin. Heya maf û nasnameya gelê Kurd neyê pesend kirin, Rêber Apo ji zîndanên dernexin, dîrok hesap ji sîstema îro nexwaze, aşitî û aramî li cîhanê û herêmê seqamgir nabe.