HPG: “Ji ber vê şehîdbûnê di serî de serê malbata hêja ya Bagdû em sersaxiyê didine gelê welatparêz ê Êlihê û Kurdistanê, em son dixwin ku alaya azadiyê ku hevalê me Armanc li pey xwe hiştiye heta bi serfiraziyê hilgirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandina HPG’ê nasnameyeke gerilayê ku li navçeya Şirnex Qileban’ê şehîd ketiye eşkere kir.
21’ê Çile saet 19.45’an artêşa TC’ê ya dagirker qada Şehîd Kendal a Qilebanê ya Şirnexê bombe kiriye. Di êrîşê de hevalê me Armanc Zîlan şehîd bûye.
Agahiya nasnameyê yê hevalê me yê şehîd wiha ye;
Nasnav: Armanç Zîlan Nav û Paşnav: Fatîh Bagdû Cihê Jidayikbûnê: Êlih Navê Dayik – Bav: Mîne – Beşîr Cih û Diroka Şehadetê: Qileban / 21’ê Çileya 2019’an |
HER DEMÊ DA BER XWE KU LI SER FELSEFEYA RÊBERTÎ KÛR BIBE
Hevrê Armanc ku 1982’an li Êlih Beşîrê jidayik bûyî, 2015’an tevlî nav refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûye. Dema ku zewicî bû û bavê 3 zarokan bû tevlî nav refên gerîla bû. Li her qada ku peywir lê dikir, bi karakterê xwe yê kedkar, fedekar û xwerû di dilê hevrêyên xwe de cihê xwe çêkiriye. Hevrê Armanc ku her demê hewl dide ku di felsefeya Rêbertî û gerîlatiyê de kûr bibe, şert û merc çi dibin bila bibin, ji vê nêzîkatiya xwe nehatiye xwarê û tim xwe perwerde kiriye.
Ji ber vê şehîdbûnê di serî de serê malbata hêja ya Bagdû em sersaxiyê didine gelê welatparêz ê Êlihê û Kurdistanê, em son dixwin ku alaya azadiyê ku hevalê me Armanc li pey xwe hiştiye heta bi serfiraziyê hilgirin.”