Li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Ciwanên Kurdistan’ê duh şevê derket qadê û protesto kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Ciwanên Kurdistan’ê duh şevê derket qadê û protesto kir.
AMED
Li dijî tecrîdê ciwanan li Amed’ê bi diruşmên ”Bê Serok Jiyan Nabe’, Ciwan fedayi Reber Apo’ne Bijî Berxwedana Zindana” ve meşiyan.
STENBOL
Li navçeya Stenbol Esenyurt’ê ciwanan bi fîşengên hewayî derketin qadan û diruşmên ”Leyla Guven rumeta me ye”, ”Bijî Berxwedana Zindanan” berz kir.
Li navçeya Kadikoy’ê jî ciwanan ji bo Leyla Guven a ku 77 roje di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye çalakiya afîşê pêk anî.
DENÎZLÎ
Li Denîzlî jî ciwanan li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven û yê Zindanan çalakiya nivîsandinê li dar xistin.