Di serdegirtinên malan yên li Dîlokê pêk hatin de bi îdîaya li ser tevnên civakî propagandaya rêxistinê kirine, 7 kes hatin destgîrkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN– Tîmên Tevgerên Taybet avêtin ser gelek malên li navçeya Şehîtkamîl û Şahînbey ên li navenda Miduryeta Emniyetê ya Dîlokê. Di serdegirtina bi wesayîtên zirxî de ji ber parvekirinên li ser tevnên civakî ku bi îdaya propagandaya rêxistinê kirine 7 kes hatin destgîrkirin.
Kesên hatin destgîrkirin piştî kontrola tenduristiyê û şûnde birin midûryeta Şaxa TEM’ê.