NAVENDA NÛÇEYAN
Wateya têgiha parastinê, strandina zîndeweran ya li hemberî her cure êrîşên ku li ser jiyanê tên meşandin e. Her zîndewer pêdivî bi parastina jiyan û hebûnê dibîne. Ji nebatan heya ajalan û mirovan her cure zîndewer ji bo parastina jiyana xwe di nav têkoşîneke bêhempa de ye. Ji bo strandina hebûnê bêguman pêdivî bi parastinê heye. Ji ber vê esasê mafê xwezayî û jêveneger e ku her cure zîndewer li hemberî êrişên ku li ser jiyan û hebûnê têne kirin, bertek nîşan bide û li ber xwe bide û bêbersiv nehêle. Wisa ye ku xweparastin bertekdayîna herî bingehîn ya jiyanê ye û heya ewletiya jînê ye.
Her zîndewer bi sazgêra parastinê tê xwezayê. Ew sazgêra xweparastinê ya ki ji zayînê tê di tevahiya zîndeweran heye lê belê di mirovan de tune. Mînak, dema zarokek tê dinyayê; mîna teyrên baz ne bi perçe (nehpelûşk), mîna pişîkan ne bi neynûk, mîna gulan ne bi strî e û ji bo xwe ji sermayê biparêze jî ne bi kurk e. Dema tê xwezayê li hemberî hêzên derve û li hemberî zoriyên xwezayê bê parastin e û rût e. Ku zarokeke nû hatiye dinyayê bi serê xwe bihêlin li hemberî zoriyên xwezayê dê di demek kin de tune bibe. Ji bo vê yekê jî mirovahî ji bo xwe biparêze bi hêza raman hewl da ku vê kêmasiya xwe ya li hemberî zîndewerên din biqedîne. Ev hêza raman her ku pêşve çû, mirovan jî zîndewerên din cuda kir. Ev hêza raman ya ku di mirovan de pêş ve çû li gorî pergala parastina zîndewerên din pergaleke parastinê ya bê hempa pêk anî. Ew jî, civakbûn bû. Yanê bi kurtasî civakbûn parastina mirovan ya herî bingehîn bû. Mirovên ku civakîbûna xwe parastin, di heman demê de hebûna xwe jî mîsoger kirine. Mirovên ku ji bo hinek pêdiviyan civiyan dîtin ku bi hev re hêzek peyda dibe û wan jî civakbûnê bihêztir kirin. Bi kurtasî civakbûn, parastina hebûna mirovan e û rewşa berdewamiya jiyana wan e.
Piştî pêşveçûna civakbûnê jî pirsgirêkên ku li xwezayê hebûn guherîbûn. Bi taybetî jî piştî ku pergalên sinifdar û dewletparêz derketin holê, civakbûna ku mirovan ji bo parastina xwe ava kiribûn, bi pirsgirêkên cur bi cur re rû bi rû ma. Civakbûna ku mirovahiyê ji bo parastinê pêşxistibû, qonaxa pêşî ji bo mercên xwezayê, ji bo nebe nêçîra zîndewerên din, ji bo ji serma neqefilin wek parastina xwe pêş dixist. Lê belê piştî ku pergala sinifdar-dewletparêz pêş ket, ew mercên xwezayî ku berê ji bo civakê xeter bûn ji rewşa xeteriya bingehîn derketin, di şûna wê de diviyatiya parastina li hemberî nifşa xwe bûye. Pergala sinifdar-dewletparêz; ji pêkhatina xwe heya îro, bi qirkirinê, bi înkarê, bi zextan, bi talan û rûxandinan, bi bîrûbaweriya faşîst, ji civaka ku wek parastinê hatibû pêşxistin xwariye û bi rêbazên cur bi cur hewl daye ku wê ji rihê wê dûr bixe. Pergala mêtînger û faşîst; ji dîroka destpêka xwe heta niha di nav beşên civakî de ciwanan xistiye navenda êrîşên xwe. Ji bo xapandina jinan jî pêşîn berê xwe daye ciwanan. Ji ber ku, ciwan çiqas bê bêhêzkirin û bê piçûkxistin civak jî ewqas tê bendekirin. Dema ciwan ji kar û ji berpirsiyarên xwe bên kirin û bên bêerkkirin, dê civak jî ewqas ji nirxên xwe bên dûrxistin.Gelên ku dixwestin çand û nirxên komînal ên demokratîk û şoreşger û xwebûna xwe ya cewherî biparêzin jî bi pêşengiya ciwan û jinan bi domana dîrokê re bi rê û bi rêbazên cuda têkoşiyane û tu car serî netewandine, xweparastina xwe ya cewherî ber bi pêş birine. Tevahiya gelên ku li ser erdnigariyên cur bi cur û di demên cihê de jiyîne heman hilikê dihebînin. Ew jî hestên gelan yên hevpar in. Bi jiyîna azad û bi ezîtî ye. Di dawiyê de jêderk dijraberî û têkoşerî ye. Gelan di dîrokê de ji bo parastina hebûna xwe li hemberî pergala sinifdar-dewletparêz bi serê xwe gelek caran bi bi rêbazên cûr bi cûr şer kirine û gernasiyên mezin dane nîşan.
Pergala mêtinger, dagirker, faşîst û çînî; çawa ku li ser gelên din û erdnigariyên din tevgera dagirkirinê dimeşîne, her wiha li ser Kurdan û Kurdistanê jî dimeşîne. Li hemberî komkujiya ku li ser Kurdistanê tê meşandin, gelê Kurd bi pêşengiya jin û ciwanan xwe parastiye, cewhera xwe parastiye û tu caran jî radestî dijmin nebûye. Tu wext, evqasî Kurdistan di bin talan û mêtingeriya Dewleta Tirk a dagirker de nema. Dewleta Tirk a dagirker, ji bo dagirkirina Kurdistanê, mecbur e ku ewilî ciwanên Kurdistanê têk bibe. Ji ber vê jî rê û rêbazên her cûreyê ji bo ku ciwanên Kurdistanê bixîne û radest bigre bi kar tîne. Ji ber ku Dewleta Tirk a dagirker dizane ku ciwan, di bin her şert û mercan de cewhera gelê xwe parastiye û tu car jî radest nebûye. Ji ber vê jî ji bo ku ciwan bixe bin qontrola xwe, rêbazên şerê teybeta her cûreyê bi kar tîne. Ji ber ku; heke ciwan bixe bin qontrola xwe, wê çaxê gelê Kurd jî bikeve bin qontrola dewletê. Li hemberî vê dagirkeriya dewleta Tirk, ciwanên şoreşger ên Kurd, wisa bêdeng bimînîn û bişopînin gelo? Helbet jî na. Ji ber ku, dîrok, bi lehengiyên gelê Kurd, ciwanên Kurd û jinên Kurd re têjî ye. Çawa ku ciwanên Kurd, seranserê dîrokê, li hemberî êrîşan berxwe dane, dîsa di roja me ya îro de jî li hemberî Dewleta Tirk s dagirker û êrîşên wê, wê bi lehengî berxwe bidin.
Heke ciwanên Kurd, bi bîra xweparastina cewherî tevbigere, dikare li hemberî her êrîşê bi lehengî berxwe bidin. Kesê ku bîrewer, kesê xwediyê hestiyariyê ye. Bîrewerbûn, di her kêliyê de li hemberî êrîşên her cûreyê bersivdayînê ye. Belku jî, pirsgirêka ciwanên Kurd a herî bingehîn qasî ku tê xwestin bîrewernebûnê ye. Ji ber ku ciwan, ji hişmendiya xweparastina cewherî bêpar in, Dewleta Tirk s dagirker Kurdistanê dagir dike û dixe bin mêtingeriya xwe. Ji ber vê jî, divê ku ciwanên Kurd ên leheng, teqez xwediyê bîr û bîrdoziyê bibe û li gor vê jî tevbigere. Divê ku ciwanên Kurdistanê, bi bîra xweparastina cewherî ya bi pêş xistî ve, birêxistinbûna xwe jî ava bike. Ciwanî; di serî de Kurdistanê, divê di her metropol û bajarên Tirkan de yekîneyên xwe yên xweparastina cewherî ava bike. Ciwan; bajar bi bajar, navçe bi navçe, tax bi tax û kolan bi kolan divê yekîneyên xweparastina cewherî birêxistin bike û bikeve nava livûtevgerê. Qadên birêxistinkirina xweparastina cewheriyê, divê bi qasî hewcehiyê ava bibe. Li kîjan deverê zextî, zordarî û mêtingeriya Dewleta Tirk a dagirker hebe, divê li wir yekîneyên xweparastina cewherî yên ciwanan jî hebe. Heke li kîjan deverê azadî û jiyana Kurd were astengkirin, divê li wir yekîneyên xweparastina cewherî hebe. Ji vorn pê de dema ku ciwanên Kurd wenda bikin nîn e. Artêşa Tirk a dagirker, êrîşên xwe yê li ser Kurdistanê, her ku diçe zêdetir dike. Êdî di têgeha leşkeriyê de, tiştên ku di navbera artêşa Tirk a dagirker û PKKê de diqewimin, ne şer e. Dewleta Tirk a dagirker û faşîst, di bin gotina “ Ez bi PKKê re şer dikim “ de, êrîşê bi hemû destkeftiyên Kurd, zimanê Kurd, çanda Kurd, nasnameya Kurd dike û Kurdistanê jî dagir dike, talan dike. Ya herî girîng jî, Dewleta Tirk a dagirker, bi êrîşê Rojavayê Kurdistanê ku ciwanên Kurd bi lehengî şer kir û azad kir, dike û dixwaze dagir bike. Dewleta Tirk a faşîst û dagirker, li kîjan devera cîhanê bibe bila be, bi êrîşê destkeftiyên Kurdan wê bike û ji bo tunekirina Kurdan jî wê bixebite. Bi ser de di her kîjan gerstêrkek ya fezayê de, heke destkeftiyên Kurdan hebin, Dewleta Tirk a dagirker, wê bi êrîşê wir jî bike.
MAWA TORİ