Hêzên Rizgariyê Efrîn’ê di derheqa çalakiyên ku şervanên wan li Şêrawa û Ezaz’ê li dar xistine daxuyaniyek da.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgariyê Efrîn’ê di derheqa çalakiyên ku şervanên wan li Şêrawa û Ezaz’ê li dar xistine daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate hatin ku leşkerek û 3 çeteyên Tirk hatine kuştin û 3 çete jî birîndar bûye.
Şervanên me çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wî yên li Efrîn’ê û derdorê wê didomînin. Di vê çarçoveyê de ili Şêrawa û Herêma Ezaz’ê li dijî dagirkeran 2 çalakiyên bi bandor hatin hat li dar xistin. Di derbarê çalakiyên ku hatin li dar xistin de agahiyên berfireh wiha ne:
- Di dîroka 20’ê meha Çileyê de, şervanên me çalakiyeke sekvaniyê li dijî leşkerek artêşa Tirk li gundê Basilê ya navçeya Şêrawa lidar xistin. Di encama çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
- Di dîroka 22’ê Çileyê, şervanên me çalakiyeke li dijî baregeha çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li gundê Ebla ya Ezaz’ê ku dikeve bakurê Helebê li dar xistin. Di encama çalakiyê de tevî berpirsiyaê bende kontrolê ya navçeya Exterînê 3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû. Her wiha baregeha çeteyan û seyareke leşkeri ku tê de bû hatin ruxandin.