Li bajarokê Baxoza Jorîn ê Dêrazorê şerên dijwar rû didin û her wiha ji ber dijwariya şer gelek çeteyên biyanî jî xwe radestî hêzên QSD’ê dikin.
DÊRAZORÊ-Şervanên QSD`ê di qonaxa dawî ya hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê hatibû destpêkirin, di quncikên dawî yên DAIŞ’ê de pêşde diçin.
Li gor agahiyên nûçegihanên me dayîn, di van kêliyan de li bajaroka Baxoza jorîn a Dêrazorê şerên dijwar rû didin. Her wiha ji ber dijwariya şer gelek çeteyên biyanî xwe radestî şervanên QSD’ê kirin. Şervanên QSD`ê derbeyên giran li çeteyan dixin.
Di demên dawî de di nava çeteyên DAIŞ’ê de parçebûn çêdibin û gelek çeteyên biyanî tevî malbatên xwe, xwe radestî QSD’ê dikin.