Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven 78 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.
NAVENDA NÛÇEYAN-Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven 78 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Wêneyên Leyla Guven ên di hevdîtina rûbirû yên di 24’ê Kanûna 2018’an de û ya di 7’ê Çileya 2018’an de hatin weşandin.
KCD’ê wêne belav kir û tê dîtin ku Guven gelek kîlo kêm kiriye.
Li gorî agahiyên ku ji parêzerên wê hatine wergirtin ew ê Guven nikaribe tevlî rûniştina xwe ya sibê ya li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 9’emîn bibe.