Hevseoka KCD’ê Leyla Guven ku 79 roje ku di greva birçîbûnê de ye hate tehliye kirin. Di runiştana ku kes tev li ne bû de Leyla Guven hate tehliye kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN– Danişîna doza Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 79 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de bû li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê biryara berdana Guven da.
Di danîşana ku ji Leyla Guven re ji bi îdaaya “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê kiriye” ve ceza dihat xwestin re parêzerên Leyla Guven tev li nebû. Derdorê edliyeyê bi wesayitên zirxî û bi polêsan ve hatibû dorpêçkirin.