Dadgehê biryara berdana Guven da. Piştê ku tehliye hate kirin zindana Amed’ê dorpêç kirin. Me duh ragihandibû ku ji ber rewşa giran a Leyla Guven li hewşa girtigehê Ambulans dane sekinandin. Derket holê ku ji duh ve diyar bû ku Leyla Guven were tehliye kirin û bi ambulansê bibin malê.
NAVENDA NÛÇEYAN- Danişîna doza Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a 79 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de bû li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê biryara berdana Guven da. Piştê ku tehliye hate kirin zindana Amed’ê dorpêç kirin.
Me duh ragihandibû ku ji ber rewşa giran a Leyla Guven li hewşa girtigehê Ambulans dane sekinandin. Derket holê ku ji duh ve diyar bû ku Leyla Guven were tehliye kirin û bi ambulansê bibin malê.