Ji 4 ciwanên ku di dema bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de winda bibûn, 2 ciwan gihîştin malên xwe. Ciwanan gotin ku wan di dema bombebaranê de xwe spartine şikeftekê.
NAVENDA NÛÇEYAN- Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 23’yê çileyê de Geliyê Reşave yê bajaroka Dêrelokê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê bombebaran kirin. Di bomberana ku li ser welatiyên sivîl ên li herêmê çêbû de 2 kes şehîd bûn 4 kes jî winda bûn.
Cenazeyên 2 kesên şehîd bibûn ên bi navê Azad Şahîn û Wehîd Baqî ku ji cihê bûyerê anîbûn Dêralokê duh spartibûn axê.
Lê 4 kesên din ku ên bi navê Rêdar Mihemed Tahir, Azad Mecîd, Mihemed Elî Zêbarî û Mîrzan Nêrweyî winda bibûn. Ji bo dîtina kesên windayî, îro jî ekîbên lêgerîn derketin herêmê.
2 ciwanan xwe gihandin malên xwe
Di vê navberê de ji 4 kesên winda ciwanên bi navê Mihemed Elî Zêbarî û Mîrzan Nêrweyî ku di dema bombebaranê de xwe veşartibûn, şevê din xwe gihandin malên xwe.
Ji ciwanan Mihemet Elî Zêbarî têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî û li ser bombebaranê ev agahî dan: “Em ji bo girtina masiyan çûbûn ser avê. Em mesafeyek qasî saetekê nêzî cihê bombebaranê bûn. Destpêkê balafirên keşfê hatin û li herêmê geriyan. Piştî demekê balafirên şer hatin û herêm bombebaran kirin. Li gelek cihan xistin, lê me ne dizanî ku tu kesek li wan deran heye yan na.
Dema bombebaran destpê kir, me jî xwe spart şikeftekê. Piştî bombebaranê jî balafirên keşfê li herêmê digeriyan, lewma me nekarî derkevin û werin malê.”
Zêbarî diyar kir ku ew di saetên derengiya şevê derketine û xwe gihantine malên xwe.
‘Kurd wekî pezên bê şivan in’
Mihemed Elî Zêbarî li dijî bêdengiya li hemberî bombebaranê nerazîbûn nîşan da û got: “Tu kes xwedî li me dernakeve, em Kurd wekî pezên bê şivan in. Lê em dixwazin li dijî van êrîşan helwest bê nîşandan û tişta pêwîst bê kirin.”