Leyla Guven a ku 79 roje di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye bi dirûşmên “Leyla Guven rumeta meye” û “Bijî Berxwedana Leylayan” û bi tilîliyan derket derve.
AMED- Hevseroka KCD Leyla Guven bi tilîlî û diruşman ve derket derve. Beriya derketinê de gel dorpêça polêsan dagirker şikinand û xwe gihand Leyla Guven. Leyla Guven bi Ambulansê birin mala wê ya li navçeya Amed Rezan’ê di taxa Bagcilar’ê
Dirûşmên “Leyla Guven rumeta meye” û “Bijî Berxwedana Leylayan” tê berz kirin.
Li ber deriyê giirtigehê de Pervîn Buldan anî ziman ku wê Leyla Guven çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê berdewam bike.