Îro şêniyên taxa Zorava ya Şamê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Hêzên rejîma Sûriyê şevê din 2 zarok û 5 kesên ku amedekariya meşê dikir, binçav kirin û meşa ku îro jî hat li darxistin, dorpêç kir. Niha jî şênî li taxê kom bûne û daxwaza berdana girtiyan dikin.
ŞAM- Îro şêniyên taxa Zorava ya Şamê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Hêzên rejîma Sûriyê şevê din 2 zarok û 5 kesên ku amedekariya meşê dikir, binçav kirin û meşa ku îro jî hat li darxistin, dorpêç kir. Niha jî şênî li taxê kom bûne û daxwaza berdana girtiyan dikin.
Hêzên rejîma Sûriyê ji bo ku meş neyê li darxistin, derdora taxê dorpêç kir. Hêzên rejîmê şevê din jî 2 jê zarok 5 kesên ku amedekariya meşê dikir, binçav kirin. Kesên ku hatin binçavkirin, hevserokê Meclisa Taxa Zorava, 2 endamên meclisa taxê û 2 zarokên ji navenda çand û hunerê ya taxê ne.
Niha li taxê rewş aloz e û şêniyên taxê ji ber kiryarên hêzên rejîmê hers bûne. Bi sedan şênî li qada şehîdan a taxê kom bûne û banga serbestberdana girtiyan û li darxistina meşê dikin. Hêzên rejîma Sûriyê jî derdora çalakgeran dorpêç kiriye û endamên ewlehiyê ber bi taxê ve tînin.