Şervanên QSD‘ê 600 sivîlên din ji çeteyan rizgar kirin û ew derxistin deverên bi ewle. Her wiha hejmarek din a malbatên çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî şervanên QSD‘ê kirin.
DÊRAZORÊ – Şervanên QSD‘ê yên di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de pêşde diçin hin deverên din û sivîl ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştî ku rê ji mayînên çeteyan paqij kirin, 600 sivîlên din ji herêmên Baxoz û gundê Murşidê rizgar kirin. Şervanên QSD‘ê sivîl derxistin deverên bi ewle û pêwîstiyên wan bi cih anîn.
Her wiha ragihandin ku li eniya Baxozê hejmareke malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên biyanî xwe radestî şervanên QSD‘ê kirin.
Şerê li herêmê berdewam e.