NAVENDA NÛÇEYAN
Kêm maye ku, berxwedana li zindanan rojên xwe yên 70yî temam bike. Ji ber ku girêdayî demeke diyar nîne, em nizanin ka di rojên pêş de li şûna risteya “rojên 70yî” dê kîjan riste û hejmar bên bilêvkirin. Elbet li vir bilêvanîna hejmaran ne girîng e. Ya ku li vir girîng ew e ku, wateya ku îfade dike, encamên ku dê jê re bibe sedem, îfadeya grevên birçîbûnê û vatinî û berpirsîyarîyên ku dê li hember vê bên bicihanîn e.
Di paşerojê de; berxwedanên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê, di zindanên cuda yên li Kurdistanê, Tirkîyeyê û li welatên din ên cîhanê hatine jiyîn. Kesên ku di nav van berxwedanan da jiyana xwe ji dest dane, gelek in. Bi ser de em dikarin bibêjin, kesên pêşeng û yên herî çalak ku di nav têkoşîna şoreşgerî de cih digirtin, di nav van berxwedanan de jiyana xwe ji dest dan.
Di destpêkê de meriv dikare vê ji bo Kurdistanê û Tirkîyeyê bibêje: Di encama grevên birçîbûnê yên ku li Zîndana Amedê di 20î Avrêla 1981an de bi Alî Erek dest pê kiribû; di 14 Tîrmeha 1982an de: Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, di 1984an de li Stenbol-Metrîsê; Mehmet Fatîh Oktulmuş, Haydar Başbag, Abdullah Meral û Hasan Telcî jiyana xwe ji dest dan. Dû re jî, di girtîgehên Kurdistan û Tirkîyeyê de şoregerên ku jîyana xwe di grevên birçîbûnê û rojîya mirinê de ji dest dane, hene. Heman rasteqînî li gel Îrlandayîyan jî heye; Bobby Sands bi deh hevalên xwe re di sala 1981an de greva birçîbûnê da destpêkirin û di grevê de jîyana xwe ji dest da. Grevên birçîbûnê yên bi heman awayî di gelek welatan de jî pêk hatine. Helbet grevên birçîbûnê bi zindana nehatiye sînordarkirin. Yê şoreşger, ji bo têkoşîna demokrasiyê û çareserkirina pirsgirêkên civakî dabîn bikin, di nav şêweyên berxwedanê yên bi vî awayî dencihê xwe girtine.
Niha li girtîgehên Kurdistan û Tirkîyeyê heleqeka din jî li vê zincîra berxwedanê hatiye zêdekirin. Tenê armanceke vê berxwedanê ya ku hevseroka DTKê û parlamena HDPê ya Colemergê Leyla Guven alaya wê ba dike heye. Ew jî rakirina “tecrîda giran” a ku li ser Rêber Apo tê peyitandin e. Ji bo ku ev pêk bê jî, bi sedan girtiyên şoreşger bedenên xwe ramedandine mirinê. Ev berxwedan, di asta ku em gihiştinê de, hem di her çar parçeyên Kurdistanê hem erdnîgarîyên ku kurd lê dijîn de, her roj bi berfirehî belav dibe.
Digel pejnkerîya ku hêz û derûdorên sosyalîst, şoreşger, demokratîk, azadîxwaz li ser grevên birçîbûnê didin nîşan; faşîzma AKP-MHPê bi tadelêkirin û astengî û qedexeyên ku li ser girtîyên ku di nav greva birçîbûnê de cih digirin, her roj qat bi qat dibe û berdewam dike. Bêguman ev êrîşên hanê, bi girtî û kesên ku ligel berxwedana girtîgehan cih digirin sînordar nîne. Wekî yekbûnî li hember tevdeyî civakê tê meşandin. Sedema eslî ya vê jî, tirsa ku ji, gihiştina berxwedana zindanan a li civakê û veguhêzîya xwedîlêderketina civakî ye, ya li ser faşîzma AKP-MHPê peyda bûye. Medyaya ku wekî alîgirê faşîzma AKP-MHPê tê binavkirin û çapemenîya dewletê jî di derbarî grevên birçîbûnê de tu nûçe naweşînin, berda jî bêdengmayîna erkdarên dewletê û nûnerên hikûmatê ku heta niha derneketine hember rayagiştî, di nav rastîyeka wiha de cih ji xwe re digire.
Faşîzma AKP-MHPê ditirse ku berxwedanên zindanan ji nav sînorên dîwar û têlên direhî derbikeve. Dizanin, heger ku berxwedanên girtîgehan bigihêjin civakê, dê wekî “kelijeperperok” veguherin bagerekê. Dîroka nêzîk a faşîzma TCyê bi mînakên bi vî awayî re têjî ye. Wisa ye ku, zindan, êdî bûne bela li serê yê ku wan çêkirine. Yên ku derbeya leşkerî ya faşîst a 12 Îlonê kiribûn û yên ku dane ser rêça wan, vê baş dizanin. Ne gengaz e ku faşîzma AKP-MHPê ya ku berdewamîya wan e, vê tiştê nizanibe.
Yên ku derbeya leşkerî ya faşîst a 12 Îlonê kiribûn, polîtîkayên taybet li ser zindanan daye derpêşkirin û wan daye sepandin. Ji xwe re, radestîya girtîyên şoreşger yên ku dîl girtibûn, kiribûn armanc. Herwiha ji bo ku serbikevin serî li her şêwe rê û rêbazê dan, digel vê, dixwastin ku her pêwendîya girtîyan a bi derve re jî qut bikin. Li gel vê yekê jî, ne karîbûne bigihêjin enncamên ku dixwastin û ne jî karîbûne astengî li ber, dengbelavkirina girtîyan û kes û derûdorên pejnker ên ku li derdora vê dengê tevdigerîn, derxin.
Karîgerîyeka wiha ya berxwedanên Rojîyên Mirinê û Grevên Birçîbûnê hebû. Di destpêka 1990î, di serdema serokkomarîya Turgut Ozal de, her çiqas di demeke kin de xuya be jî, bi polîtîkaya zindanan a bi navê “ên darbestî” ku li Eskîşehîrê hatibû sepandin, di çarçoveyeka bi heman şêweyî de tevgeriyabûn. Wê çaxê bi berxwedana girtîgehan û civaka ku li derdorê vê berxwedanê tevgeriyabû “ên darbestî” hatibûn girtin. Di 2012an da jî wisa bibû. Faşîzma AKPê, bi berxwedanên zindanan û biyekbûna wan bi tevgera civakî ya ku li hember “tecrîda mutleq” a li ser Rêber Apo hatibû peyitandin peyda bibû, gavek bi paş avêt.
Faşîzma AKP-MHPê li ser rêça faşîzma 12 Îlonê û peyrewên wê dimeşe. Dîsa wekî wan, difikire ku dê bi dîyarkirina poltîkayên taybet yên li ser zindanan û Rêber Apo û bi sepandina wan, encamekê bistîne. Ji bo ku bigihêje armanca xwe ya dîyarkirî, dixwaze pêwendîya Rêber Apo û girtîyên girtîgeha ji civakê qut bike. Dema ku vê tiştê dike, dixwaze civak ji girtîgehan bêxeber bimîne, li hember tiştên diqewimin bêbertek bimîne.
Li hember grevên birçîbûnê yên di rojên 70yî da li zindanan diqewimin jî heman polîtîkayan dide meşandin. Faşîzma AKP-MHPê dixwaze, ji dîwar û têlên direhî derbasbûna dengê berxwedêrên li girtîgehan, asteng bike. Heger ku ser bi keve, difikire ku dê bigihije armanca xwe. Çawa ku faşîzma 12ê Îlonê ya 1980yî û peyrewên wê bi ser neket, faşîzma AKP-MHPê ya ku wekî sîketina wan e jî ne gengaz e ku bigihêje armanca xwe. Ji niha ve, wekî ku di Îlona sala 2016an da jî qewimîbû; roja hevdîtinê a normal tuneye lê birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan hanhanka bo Îmralîyê tê şandin, lewra dixwazin, grevên birçîbûnê yên ku êdî li ser civakê kartêkirina xwe dida nîşan, bişkênin, ev jî wê rastîyê dide der.
Îro ya girîng jî, dîtin û vala derxistina lîstikên bi vî awayî yên ku faşîzma AKP-MHP dike, ye. Berê, li hember faşîzma 12 Îlonê û peyrewên wê, bi şertê bedelên mezin dayîn ev bi ser ketibû. Îro derfetên vê hene. Dehhezaran kesên ku di 19 Çileyê da digel zordestî, tehdîd û astengkirinên faşîzma AKP-MHPê meydanan dagirtin û bi dengê bilind ragihandin ku ew, li cem Leyla Guven in a ku li hember “tecrîda giran” a li ser Rêber Apo tê sepandin bedena xwe ramedandiye greva birçîbûnê, vê tiştê dide nîşan.
Hetta îro derfetên vê li gorî pêşerojê bêtir in. Bes em di ferq û hişmendîya wê de bin.
Cemal ŞERÎK
Çavkanî: Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistan’ê