Xebatên Meşa Dirêj a ku 10 Sibatê de li bajarê Almanya Mannheîm’ê destpê bike destpêkir. Komîteyê Amedakariyê îro afîşên Meşa Dirêj parve kir. Meşa Dirêj wê bi şiyara “Dem Hat, Serî Hilde, Komplo Perçe Bike, Rêbertî Azad Bike” ve pêk were.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwan û Jinên Ciwanên Kurd ên ku li Ewrûpa dijîn bi xebatekî lêhur ji Meşa Dirêj a 15 Sibatê amedakarî dikin. Li gor bernameya ku bi afîşekî hat weşandin wê Ciwan di 9 Sibatê de li Mannheim’ê kom bibin. Wê êvara li Mannheîm’ê derbas bikin û wê 10’ê Sibatê roja yekşemê dê ber bi bajara Hockenheim’ê wê derkevin rê û dest bi Meşa Dirêj bikin. Wê Meşa Dirêj 16’ê Sibatê li Strasbourgê dawî bibe.
Ciwanên Kurd wê Meşa Dirêj ji bo armanca tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rabe û ji bo protestokirina komploya nawdewletî ya li dijî Rêberê Gelan hate kirin pêkbînin. Di pêvajoyeke ku çalakiyên greva birçîbûnê a ku Leyla Guven pêşengtiya wî dike gihîştiye astekî kritîk, bi hêvîne ku tev li bûna Meşa Dirêj gelek bibe. Ji ber vê jî ji bo çalakî bi serkeftin encam bibe bi tempoyeke bilind amadekariya meşê tê kirin.
Komîteya Amadekar îro afîşên Meşa Dirêj weşand. Ev afîş bi zimanê Kurdî, Tirkî, Elmanî, Fransî û Îngîlîzî hatine amadekirin. Ciwanên ku pirsê wan hebe dikarin bi riya maila elektronîk “[email protected]” xwe bigihînin Komîteya Amadekar.
Komîteya Amadekar di daxuyaniya xwe de bal kişand ser tecrîd li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û berxwedanên grevên bîrcibûnê li dijî vê tecrîdê.
Komîteya Amadekar di daxuyaniya xwe de wiha berdewam kir: “Greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorvegerya ku Leyla Guven da destpê kirin ji bo me hemûyan bangawaziya Serhildanê bû. Bi vê Meşa Dirêj ya ku di 10’ê Sibatê ji bajarê Elmanya Mannheimê destpê dike bibin bersiv. Em bi vê çalakiya xwe tecrîda ku li dijî mafên mirovan e bi dawî bike û Rêbertiya xwe azad bikin. Em bang li hemû Ciwanên Kurd, Jinên Ciwan, hevalbendên me ên enternasyonal dikin ku beşdarî vê Meşa Dirêj bibin.”
Afîşên ku Komîteya Amadekar weşandiyê wûn dikarin ji vir daxînin:
https://drive.google.com/file/d/1BEfos-VnVUWM2Kux4k2RCYcOx-EkXT7_/view?usp=sharing
https://drive.google.com/file/d/1QDeS8NrJI66HW8E9Ha3QJHGzRqVPukvc/view?usp=sharing
https://drive.google.com/file/d/1w3j5uAUNy0sYz2j4Xb9-Ky0qKrQi15Nx/view?usp=sharing
https://drive.google.com/file/d/1yeDz6tPkQmCr9xzy4xFfumvdtQpm0wOu/view?usp=sharinghttps://drive.google.com/file/d/1hQH3JG1cXZyRRh4gTnPBI61LWJ5a74oI/view?usp=sharing