Pêşmergeyekî ku pezê xwe di çêrand, di encama teqîna teqemeniya artêşa Tirk de, jiyana xwe ji dest da.
NAVENDA NÛÇEYAN- Bûyer di 23’yê çileyê de, ango roja ku balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Dêralokê bombebaran kirin, pêk hat.
Pêşmergeyê bi navê Emîn Îsa Reşo dema li gundê Nordinê yê herêma Heftanînê pezê xwe di çêrand, teqemeniyek ku tê gotin bermahiya artêşa Tirk e dîtiye. Emîn Îsa Reşo dema bi teqemeniyê dilîze, teqîn çêdibe û jiyana xwe ji dest dide.
Emîn Îsa Reşo 45 saliye û 8 zarokên wî hene. Ew bixwe ji gundê Bankê yê herêma Heftanînê ye, lê mala wî li gundê Derkarê ye. Reşo li herêma Dihokê pêşmergetiyê dike, lê 23’yê Çileyê pezê xwe derxistibû çêrandinê.