Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li zindanê ne Denîz Kaya daxuyaniyek weşand.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li zindanê ne Denîz Kaya daxuyaniyek weşand. Kaya got ku; “Grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ku ji 16’ê Kanûnê û vir ve dest pê kirine, heta ku ‘Rêbertî bibe xwedî jiyan û xebata azad’ wê bidome.
Daxuyanî wiha ye:
”Pêngava berxwedanê ya ku gelê me li dijî polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêbertiya me dayî destpêkirin, ji hêla naverokê û berfirehiyê ve kûrtir dibe, dibe xwedî pêvajoyeke gihiştî” û hate domandin, ”Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê, li şûna ku rast nêzî daxwaza berxwedaniya domdar bibe, bi polîtîkaya şerê taybet bi mebesta ku berxwedanê û daxwazên berxwedanê tasfiye bike tevdigere. Grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ku ji 16’ê Kanûnê û vir ve dest pê kirine, heta ku ‘Rêbertî bibe xwedî jiyan û xebata azad’ wê bidome. Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê ya HDP’ê Leyla Guven li gel ku niha li derve ye jî, ji bo bidawîbûna tecrîdê, berdewamkirina berxwedana xwe maneyeke mezin û girîng e. Em girtiyên li zindanan ên PKK-PAJK’ê hem li derve jî bin, li hundir jî, em diyar dikin heta ku ‘Rêbertî bi azadî bijî û bi azadî bixebite” em ê berxwedaniya xwe bi moral û biryardariyeke mezin bidomînin. Em bang li hemû gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dora vê berxwedanê werin cem hev û deng derxînin.
Em li derve jî bin, li hundir jî, wê tecrîd were şikandin”