Welatiyên bajaroka Şeladizê, li dijî êrîş û bombebarên dewleta Tirk, herîkin ber baregeha artêş Tirk û dan ber keviran.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hêrsa gelê herêma Behdînan a li dijî bomberan û êrîşên dewleta Tirk mezin dibe. Piştî bombebarana li ser Dêralokê û qetilkirina welatiyan, gelê herêmê rabû serhildanê.
Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên li herêmê ragihandine, welatiyên bajaroka Şeladizê di van kêliyan de herikîn ber baregeha artêşa Tirk a Sîrê û nerazîbûn nîşan da.
Welatiyan her wiha kevir avêtin baregehê û xwestin ku leşkerên Tirk ji herêmê derkevin.
Tevî astengiyên asayîşê jî xwepêşandêran hêrsa xwe nîşan da û têlên li dora qereqola leşkerî rakirin û ketin hundir.
Welatiyan piştre jî çadir, tang û kelupelên li hundurê qeraqolê şewitandin.
Di vê navberê de leşkerên Tirk, reviyan xwe spartin avahiyên qereqolê.
Xwepêşandan berdewam dike.