Gelê Şeladizê ku bi ser baregeha artêşa Tirk de girt; çadir, tang û kelupelên li baregehê şewitandin. Leşkerên li baregehê jî xwe spartin avahiyan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hêrsa gelê herêma Behdînan a li dijî dagirkeriya Tirk veguheri serhildanê. Welatiyên bajaroka Şeladizê ku îro piştî nîvro berê xwe dan baregeha artêşa Tirk a Sîrê, bi keviran ketin hundirê qereqolê. Welatiyan piştre jî çadir, tang û kelupelên li hundurê qeraqolê şewitandin.
Di vê navberê de leşkerên Tirk, reviyan xwe spartin avahiyên qereqolê.
Dîmen û wêneyên wan em diweşînin.