Piştî xwepêşandênên gelê Başûrê Kurdistanê, dewleta Tirk a dagirker ji bo leşkerên xwe yên ji ber xwepêşandana gel reviyabûn, bibîne gelek helîkopter şand baregeha xwe ya li Sirê.
NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk a dagirker piştî xwepêşandana gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî baregeha Sirê, gelek helîkopter şand baregehê û bi helîkopteran li leşkerên xwe digerin.
Li gorî agahiyan, dewleta Tirk ji bo dîtina leşkerên xwe yên belavî bejahiyê bûbûn, lêgerîn daye destpêkirin.
Li aliyekî din Hêzên Asayîşa Dihokê nûçegihan û kamîravanên televîzyona NRT yên ku li ber derê nexweşxaneya Dihokê, nûçeya kesên ku di xwepêşandanên Şêledizê de birîndar bûyîn di şopandin bin çavkirin û dest danîn ser kel û pelên wan.