RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
Otorîteya civakî ya bi awayekî organîk li dora jinê pêk hatî bi rêûresma civaka nêçîrvan bi zordarî û hîleyan bi hêz bûye û kengî ji aliyê mêr ve hatiye bidestxistin vê yekê nîzama bingehê hiyerarşiyê pêk aniye. Nîzama hiyerarşîk zordarî û hîleyê bi xwe re tîne nava jiyana civakî. Weke bingeh nûnerê hîlekariyê rahib, yê zordariyê esker û pîremêrê xwedî tecrubeya civakî hiyerarşiyê temsîl dikin. Bi jindayikê re dema têkoşîna civakî ya herî mezin dest pê dike. Di dema proto-şaristaniyê de otorîte bi giranî dikeve destê hiyerarşiya mêr. Dewlet bi sazîbûna hiyerarşiyê di nava rêveberiya civaka bajêr de dest pê dike. Di civakê de bi pêşketina beşên hiyerarşîk û dewletdar re nîzama exlaqî û polîtîk jî xira dibe. Bûyerên dijberê civakê bi lez dibin. Em dikarin van bûyeran welê rêz bikin:
1- Civaka Bajêr: Civaka bajar bi civaka cotkar re li ser bingehê bazirganî û zenaetkariyê kar û xebatê dabeş dike, di encama vê de rê li ber pêşketineke têkel a civakî vedibe, bi vî awayî beşê hiyerarşîk û dewletdar li jor xwe bi sazî dikin û bûyerên antî-civakî bi bajar re bi lez dibin. Di bingehê pirsgirêk û nakokiyên civakî de ev antî-civakbûn heye.
2- Civaka Bi Çîn: Kengî hiyerarşî û dewlet sazîbûna wan zêde û belav dibe, ev yek rê li ber dubeşbûna civakê vedike. Karekterê çînîbûnê hêmanekî biyanîkirinê yê xwezaya civakî ye. Li dijî civakê di her astê de êrîşên îdeolojîk û rêxistinî bi tevger dike û pêşde dibe. Hiyerarşî û dewlet li şûna civaka xwezayî civaka çînî ya lihevçêkirî ya derew û zordariya wê pêşdebirî, bi cih dikin. Di rêûresma mîtolojîk, dînî, felsefî û zanistî de li dijî civaka exlaqî û polîtîk vegotinên berevajîker û reşker pêşxistin.
3- Civaka Mêtinkar: Saziya hiyerarşî û dewletê weke bingeh li ser nirxên danehevî yên civakan ava dibe. Pêdiviya bi rêveberiyê hinekî tê hiskirin, bi pêdiviya bergirî û parastinê re dike yek û di berdêla vê de desteserkirina nirxên civakî ya her diçe zêde bêdad dibe, pêk tîne. Di vê de hem amûrên zorê û hem jî yên îdeolojîk bi hev re li ser kar in. Civakên mêtinkar li gorî şêwe û qadên mêtingehan weke bazirganî, sinayî û fînansî dabeş dibin.
4- Civaka Şerker: Ji wan şêweyan re tê gotin li şûna razîkirinê, bi darê zorê nirxê civakî desteser dikin. Şer di jiyana civakî de şêweyê herî hov û dijwar ê xerîbketinê ye; xwezaya civakî bi xedarî birîndar û seqet dike. Di vê rewşê de refleksên bergirî û parastinê yên civakan bi pêş dikevin û li dijî şerê xerîbxistinê dibe şêweyê şerê xweparastinê yê bergiriyê li hebûna civakî dike.
a- Nasnameya Civakî
Tekîtiyên civakî xwedî terkîbeke dewlemend in. Tekîtî di nava xwe de gelek kategoriyên tek ê tekîtiyan pêk tînin. Hewldana ji bo mirov civakan weke tek nasnameyekê bibîne, çavkaniya xwe nîzamên hiyerarşîk û dewletdar in. Têgihiştina nasnameya hişk a sergirtî ji aliyê van nîzaman ve tê ferzkirin. Dewleta netewe şêweyê herî pêşketî yê van nîzaman e. Nasname formên civakî ne. Li xisletên pêşketina civakê rast tên. Bi nasnameyên din re li sentezbûnê vekirî ne. Civaka bênasname nabe. Nasname jî herî kêm bi qasî exlaq û polîtîkayê sedema hebûnê ye. Em nasnameyên civakî yên herî sereke ku xwedî gelek qadan in, dikarin weha rêz bikin:
1- Nasnameyên Qebîle û Eşîran: Şêweyê pêşî yê pêşketina civakan nasnameya qebîleyê ye. Zor û zehmet e ku mirov ji klanan re bibêje nasname ye. Ji ber ku klan hê li destpêka cudabûnê ye. Lê mirov dikare klanê weke şaneya dayik a tevahiya protonasname, pêşnasname û mîna malbata wê bibîne. Eşîr weke qebîle û yekîtiya qebîleyan nasnameyên herî têkûz ên jiyana civakî ne. Tevî hêzên dijberê civakê, qebîle û eşîrên qelsbûyî, bivê nevê wê bi awayekî weke civaka sivîl a serdema xwe pêk bên. Ji ber ku civak çawa bêklan û malbat nikarin bibin, bêqebîle û eşîr jî nabin.
2- Nasnameyên Qewmî: Di tevahiya dîrokê de weke şêweyekî asta jor ê pêşketî yê eşîrên xwe spartine zimanekî hevpar û kokeke çandî, pêş ketine. Bi giranî mekanekî hevpar ji xwe re weke war û welat pêk anîne. Têgînên war û welat herî rast divê weke çandê bi mane bibin. Her civak lazim nîne bi qewm be. Di nava qewman de gelek klan, qebîle û eşîrên din û heta qewmên din dikarin bijîn. Faşîzma dewleta netewe têgihiştina nasnameya homojen ferz kiriye.
3- Nasnameya Neteweyî: Eger nasnameya qewm bi şêweyekî bi îstîqrar û rêveberiyeke dewamî bijî û di encamê de nasnameya çêbibe mirov dikare jêre bibêje nasnameya netewe yan jî nasnameya neteweyî. Aliyê netewe yê zêde derdikeve pêş ew e, bi îradeya xwe dikare xwe bi rê ve bibe. Dibe ku şêweyên rêveberiyê demokratîk an jî dewletdar bin. Ji tevahiya qebîle û gelên di bin rêveberiya neteweyên din de ya rastî di bin rêveberiya netewetiyên xwedî rêveberiya dewletdar de, ne netewe, belê kole tê gotin. Di civakên mêtinkar de li ser navê neteweyekî bi tenê homojenî tê pêkanîn, şens nayê dayîn ku neteweyên din û heta komên jêr wekhev û azad bijîn. Sîstemên demokratîk ji pirrnasnameyan re derfet û îmkan nas dikin û bi vê xisleta xwe ji sîstemên antîcivakî vediqetin, cihê dibin.
b- Pîroziyên Civakî
Civak ya awarte, mûcîzewî û bi heybet bi têgîna pîroztiyê terîf dike. Ya pîroz civak bi xwe ye. Lê civak vê ne bi serwextbûneke zanistî, bi şêweyên serwextbûnê yên em ji wan re dînî û mîtolojîk dibêjin, qebûl dike. Ya rastî civak xwe terîf dike. Mirov eger terîfa serwextbûna bi mîtolojîk û dînî û terîfa serwextbûna bi zanistê bide berhev û qiyas bike, dikare baş jê hîn bibe. Divê mirov ji bîr neke ku di koka zanistê de mîtolojî, dîn û felsefe hene. Xebata zêhnî ya civakê çi pîroz çi jî pozîtîv be, her hewl dide xwe terîf bike. Hin ji pîroztiyên girîng ev in:
1- Xwedatî: Li cem hersê dînên mezin jî di îdealîzma objektîv de ya berdêla gerdûnîbûnê ye. Li cem Hegel jî ruh (Geist) e. Li cem K. Marks kominîzm, li cem milliyetgiran jî dewleta netewe ye.
Di zanista civakî de maneya xwedayetiyê bi nasnameya civakî ve têkildar e. Dikare di asta herî jor de bibe têgîna berdêla muceredkirina civakê. Mezinahiya Ellah li derveyî civakê ti maneya xwe nîne. Ellah bi tenê dikare bi civakê hebe. Civak çi wî weke gerdûnê qebûl dike, çi wî weke baweriyekê di hundirê xwe de xwedî dike, ti cudahiya xwe nîne. Di felsefeyê de temsîla vê yekê îdealîzma objektîv û sûbjektîv e. Di zanistê de jî bi tenê weke obje û sûbje dimîne. Bi vê rêbazê, mirov weke temsîlî dikare her tiştî weke obje û maneyê jî weke Xweda (Ellah) bibîne. Eger em bi zimanê zanistê îfade bikin, asta manedanê ya mirov li gorî asta manedana civakbûna wî ye. Hêza manedanê ya mirov bi pêşketina civakîbûna wî re diyar dibe. Manedariya ferd a ji civakê qut a ku lîberalîzma kapîtalîzmê wê ferz dike, bi temamî dereweke mîtolojîk e. Ferdê ji civakê qut, belkî karibe bi tenê bi qasî endamekî keriyê qirdik û meymûnan di warê zêhniyet û manedanê de pêş bikeve.
2- Pêxembertî: Duyemîn xeleka pîroztiyên civakî ye. Hewl tê dayîn bi sifetên weke kesê ji xeybê peyaman tîne û qasidê xwedê, wî terîf bikin. Bi çîna jor a rahiban re heman kategoriyê parve dike. Di felsefeyê de berdêla wê fîlozoftî, di zanistê de jî berdêla wê akademîsyen e. Rewşenbîrên di asta jor de heman kategoriyê parve dikin. Xisleta hevpar a hemûyan ew e, xwedî statuyeke welê ne, di asta herî jor de manedariya civakî eşkere û diyar dikin.
Civak di asta herî jor de vê statuya wan a manedanê dinirxîne, ji ber ku ew hebûna civakê tînin ziman. Ew neynika civakê ne, di pozîsyona wijdanê wê de ne. Di şexsê wan de civak xwe teqdîs û pîroz dike. Mirov dikare pîrozkirinê weke xwe binirxkirin, mezinkirin, manedarkirin û delalkirinê jî terîf bike.
3- Zanyartî, Hozantî: Di rêza sêyemîn de xelekeke pîrozbûnê ye. Bi heman kêrhatîbûn û fonksiyonê radibe. Barhilgirên gotin, mane û nirxên civakê ne. Helwesta helbestwarî û exlaqî îfade dikin. Nûnerên nirxdarên civakî yên gotin û hunerê ne. Herî zêde ew manedariya civakî dijîn û îfade dikin.
4- Alavên Pîroz, Fetîş: Obje û tiştên herî zêde di parastin, li ser piyanmayîn û gavavêtina civakê de kêrhatî bin, ew têne pîrozkirin. Pîroztî derbasî obje û alavan dibe, ji ber ku ji bo civakê pêdiviyeke gelekî heyatî tedarik dikin. Alavek çiqasî bi nirx be, çiqasî hatibe fetîşkirin, ewçend jî para xwe ya pîroztiyê heye. Weke mînak genim, zeytûn, mih, çêlek, hesp û hwd.
Ji Parêznameya “Li Rojhilata Navîn Qeyrana Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” (Pirtûka 4’emîn)