Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîdê û ji bo piştgiriya çalakvanên greva birçîbûnê di gelek bajarên Ewrûpa çalakî li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven de hat destpêkirin di gelek cihan de çalakî li dar xistin. Ciwanan di çalakiyên xwe de anî ziman ku wê heya tecrîd rabe di rewşa çalakiy3e de bin.
Solothorn
Di pêşengiya aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger de li istasyona trênê mîtingek hat eli dar xistin. Ji tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê re bal kişandin. Ciwanan axuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku heya tecrîd were rakirin û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bigihêje şertên jiyan û xebatê azad wê çalakiyên me bidome.
Essen
Di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de li bajarê Almanya Essen çalakiyek hat eli dar xistin. Ciwanên ku li ber istasyona trênê ya navendî hatin gel hev ji çalakiya Leyla Guven re piştgirî dan.
25 Çile – Parîs
Li Zaningeha Parîs 8’ê bi sernavê “Sakîne Cansiz û Têkoşîna Kurd” panelek hat li dar xistin. Di panele de jiyana Sakîne Cansiz hat vegotin. Di panelê de JXK û YXK li ser grevên birçîbûnê agahî dan.
25 Çile – Kassel
Li bajarê Almanya Kassel’ê aktîvîstên YXK’ê li kafeteryaya Zaningeha Kassel’ê ji bo bal bikşînin li ser çalakiyên greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven 81 roje pêşengtî dike, bi megafonê xwesteka çalakvanan anîn ziman. Her wiha ciwanan balkişandin li ser tecrîdê 3u belavokên destan danîn li ser maseyan.
26 Çile – Cenevre
Li Kantona Swîsre Cenevre di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de Kurdistaniyan li ber Netewiya Yekbûyî çalaki li dar xistin. Kurdistaniyan tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan protesto kirin. Di çalakiyê bang li BM hate kirin ku lez bikeve tevgerê. Di derheqa mijarê de belavokên Fransizî hate belavkirin.