Li gorî nûçeya malpera fermî ya Meclisa Leşkerî ya çeteyên koma “Mertala Firatê” ya girêdayê dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibeha heya niha 5 caran êrîşî gundê bakur û bakurê rojavayê Minbicê kirin.
MINBIC- Li gorî nûçeya malpera fermî ya Meclisa Leşkerî ya çeteyên koma “Mertala Firatê” ya girêdayê dewleta Tirk a dagirker ji saetên sibeha heya niha 5 caran êrîşî gundê bakur û bakurê rojavayê Minbicê kirin.
Çeteyên koma “Mertala Firatê” gundên Sikeriya Mezin, Heloncî û Mehsenê kirin hedef.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku çeteyan bi çekên giran û navîn êrîşî nuqteyên hêzên wan û gundên li ser xeta Sacûrê kirin.