Di êrîşên balafirên şer a artêşa dewleta Tirk a dagirker de di meha dawî de li herêma Amediye’ yê herî kêm 6 sîvîl hate qetilkirin. Li ser vê gelê Şeladizê rabû serhildanê û ber bi baregeha dewleta Tirk de meşiya, baregah da ber agir. Leşkerên Tirk ji herêmê reviya û herêma baregeha Tirk hat azad kirin û radestî hêzên hikumetê hate kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Di demên dawî de gel êdî ji êrîşên balafirên şer a dewleta Tirk adagirker gelek aciz bû. Di meha dawî de balafirên şer Şeladizê, Dêralok ku girêdayê navçeya Duhok Amediye’yê û gelek cihên welatiyan bomberdiman kir û gelek sîvîl qetilkir. Bêdengiya Hikumeta Başûrê Kurdistanê û rayedarên YNK û KDP’ê bû sedema berteka gel.
Gelê ku li dijî bêdengiya Hikumeta Başûrê Kurdistanê û rayedarên YNK û KDP’ê ber bi baregeh3en dewleta Tirk ve meşiyan û leşker dan ber kevir û hemû amûrên leşkerî şewitandin.
Hêzên Pêşmerge ku berteka gel nekarî bide sekinandin û leşkerên Tirk li ser gel gule barandin, gel ruxmê wî derket li ser wesayîtan û dirûşmê “Kujer TC ji axa me derkeve” berz kir.
Piştê êrîşa Dêrelokê gel rabû li serhildanê
Welatiyên bajaroka Şeladizê, li dijî êrîş û bombebarên dewleta Tirk, herîkin ber baregeha artêş Tirk û dan ber keviran.
Hêrsa gelê herêma Behdînan a li dijî bomberan û êrîşên dewleta Tirk mezin dibe. Piştî bombebarana li ser Dêralokê û qetilkirina welatiyan, gelê herêmê rabû serhildanê.
Ruxmê astengkirina KDP gel meşiya
Tevî astengiyên asayîşê jî xwepêşandêran hêrsa xwe nîşan da û têlên li dora qereqola leşkerî rakirin û ketin hundir.
Welatiyan piştre jî çadir, tang û kelupelên li hundurê qeraqolê şewitandin.
Gel 2 leşker girtin
Welatiyên ku ketin qereqolê, hemû çadirên bi baxçeyê qereqolê şewitandin, her wiha agir bi tangek xistin.
Gelê ku hêrsa xwe tîne ziman, her wiha 2 leşkerên Tirk girtin û piştî lêdanê radestî hêzên pêşmergeyan kirin.
Leşkerên dagirker 2 sîvîl qetil kirin
Hate ragihandin ku leşkeran êrîşê gel kiriye û yek ji zaroka 12 salî 2 sivîl şehîd ketiye û 4 kes jî birîndar bûye.
2 Endamên MÎT’ê hate kuştin
Li gor weşana Televîzyona NRT’ê li serhildana Şeladizê de 2 endamên MÎT’a dewleta Tirk hatiye kuştin.
Gelê Şeladizê axa xwe ji destê dagirkeran rizgar kir
Gelê Şeladizê ku bi ser baregeha artêşa Tirk de girt; çadir, tang û kelupelên li baregehê şewitandin. Leşkerên li baregehê jî xwe spartin avahiyan û piştre reviyan. Beriya niha çend kêliyan xwepêşandêran baregeh û avahiyên leşkerên Tirk radestî hêzên Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin.
Li dijî Serhildanê Artêşa dewleta dagirker balafir rakir
Li aliyek din balafirên şer yên dewleta Tirk di van saetane de gelek bi nizm bi ser Şêledizê re difirin. Ji ber dengê balafirên şer gelek pencereyên xaniyên welatiyan şikestin. Dewleta Tirk dixwaze bi vî awayî xelkê Şêledizê bitirsîne.