Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bakurê Kurdistan’ê (DGH) bi daxuyaniyekî di derheqa çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê di gelek bajarên Tirkiyê’yê de pêkhatiye agahî da.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bakurê Kurdistan’ê (DGH) bi daxuyaniyekî di derheqa çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê di gelek bajarên Tirkiyê’yê de pêkhatiye agahî da. DGH’ê di daxuyaniya xwe de got ku 5 kargeh, 3 wesayît û febrîqeyek hatiye şewitandin.
Daxuyaniya DGH’ê wiha ye:
Koordînasyona DGH’ê; Ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêber APO li metropolên Tirkiye’yê gelke çalaki hatin li dar xistin. Di çalakiyên pêkhatî de 5 kargeh, 3 wesayît û febrîqeyek hatiye şewitandin.
Berfirehiya Çalakiyan wiha ye:
Stenbol
Di 22’ê Çileyê de li navçeya Umraniye wesayîta kesê bi navê H.E. ji aliyê yekineyên me Tolhildana Şehîd Baran Mawa ve hatiye şewitandin. Wesayît bi giştî îmha bûye.
Di 22’ê Çileyê de li navçeya Sultangazî di taxa Esentepe de ji aliyê yekineyên me Tolhildana Şehîd Baran Mawa ve kolanan barikat hatiye avakirin û li dijî neyara dagirker çalakî hate li dar xistin. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên neyar çênebûye. Piştî dorpêçekî yekineyên me bi sexlemî vegeriyaye cihê xwe.
Di 24 Çileyê de li navçeya Başakşehîrê kargeheke mobilya hilberandinê ji aliyê yekineyên me Tolhildana Şehîd Baran Mawa ve hatiye şewitandin. Neyar ziyanekî giran dîtiye.
Di 24 Çileyê de li navçeya Bahçelîevlerê mînîbûsek û salona sporê ji aliyê yekineyên me Tolhildana Şehîd Baran Mawa ve hatiye şewitandin. Mînîbûs îmha bûye û salon jî ziyanekî mezin ditiye.
Îzmîr
Di 21 Çileyê de febrîqeyekî çereze ji aliyê yekineyên me Tolhildana Şehîd Nazelîn Korkut ve hatiye şewitandin. Febrîqe ziyanekî giran dîtiye.
Enqere
Di 22’ê Çileyê de di seatê 02:10 de li Sîteya Sînaîyê kargeheke temîrxaneya wesayîtan ji aliyê Yekineyên me yên Tolhildana Şehîd Firat Zîlan ve hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de kargeh ziyanekî mezin dîtiye.
Mugla
Di 25’ê Çileyê de li naçeya Fethiye’yê kargeha Mobilya ya ku aîdê kesê bi navê H.O. ye ji aliyê yekineyên me Tolhildana Şehîd Zelal Garzan ve hatiye şewitandin. Di encama vê çalakiyê de kargeh bi giştî îmha bûye.