Gelê bajarokê Şêladizê dema duh xwestin êrişên dewleta Tirkiyê ya dagirker li ser xaka herêma Kurdistanê şemezar bikin li rastî mudaxeleya hêzên asayişa PDK’ê hatin. Çalakvanan diyar kirin ku hêzên asayîşê gefên mirinê li wan dixun.
NAVENDA NÛÇEYAN- Gelê bajarokê Şêladizê dema duh danê êvarê xwestin êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser xaka herêma Kurdistanê şemezar bikin li rastî mudaxeleya hêzên asayişa PDK’ê hatin. Çalakvanan diyar kirin ku hêzên asayîşê gefên mirinê li wan dixun. Çalakvanê bi navê Mistefa Salih Bamernî dema ku di derbarê çalakiyê de li ser tora civakî weşana zindî dikir ji aliyê hêzên asayîşê ve gef lê dihat xwarin û diyar kir ku demê ku wî weşana zindî dikir û gelê Kurdistanê agahdar dikir bi telefon û peyaman ew gelek caran hatiye tehdît kirin û got: “Lê bila bizanin ku em ji gefên tu kesî natirsin û em ê berdewam bikin. Mirov rojekê di mire bila em her roj ne mirin.’’
Çalakvanekî din jî ev tişt gotin: ‘’Me xwest em bombebarana dewleta Tirk û kuştina xelkê me yê sivîl bi çalakiyekê şermezar bikin. Lê leşkerên Tirk xwe li vê nerazîbuna gelê me ranegirt û bi guleyan êrişê gelê me kirin. Dewleta Tirk 20 sale bi zorê xaka me dagir kiriye, em bang li hukumeta herêmê dikin ku li hemberî bombebarana balafirên Tirk li ser xaka me hewildanan bikin. Bese bila bes bi hêcetan xaka me dagir bikin, em Kurdin ev jî xaka meye.’’
Çalakvanan kel û pelên leşkerî şewitandin
Gelê Navçeya Şêladizê ya girêdayî Dihokê ku di navde xizmên kesên di bombebarana balafirên dewleta Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest dayîn dema xwestin ku çalakiyekî protestoyî li darbixin ji aliyê asayîşê ve hatin asteng kirin. Leşkerên Tirk piştî ku ditin gel di çalakiya xwe de bi biryarin bi guleyan êrişê gel kirin. Li ser êrişa leşkerên Tirkiyê hêrsa gel bilind bu û êriş kirin ser barageha Leşkerî ya ‘Sîryê’ û gelek kel û pelên leşkerî hatin şewitandin, gelek çek jî hatin desteser kirin.
Di çalakiyê de 8 welatî birindar bun, birindar rakirin nexweşxaneya bajarokê Şêladizê.
Li gorî agahiyan dema ku çalakvanan dest bi çalakiya xwe kirin û heya niha jî balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker bê navber di ser herêmê re di firin.
Bêdengî nebes bû bi fermî jî gef li çalakvanan xwar!
Bi pêşketina çalakiyên xûrt re, Hikumeta Herêma Kurdistanê ku ev bi salane êrîşên balafirên dewleta tirk a dagirker û bi dehan sivîl şehîd xistî re bêdeng maye, bi daxuyaniyekê niviskî gef li çalakvanan xwar. Di daxuyaniya hikumetê de hat gotin “Li pişt bûyeran destên provakatoran heye. Saziyên ewlehiyê dê lêpirsînek hûr û kur bikin û kesên bûne sedema gengeşiyê û provakator bên cezakirin.”
Çavkanî: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê