Gelê Şêladizê 2 şehîdên raperîna li dijî dagirkeriya Tirk ku duh di encama êrîşa leşkerên Tirk de şehîd bûn, şevê din spartin axê û îro jî sersaxî tên qebûlkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Duh gelê Şêladizê ji bo protestokirina dagirkeriya Tirkiyê ser baregeha Tirk a Siriyê de girtin û nerazîbûn nîşandan. Gel baregehê dan ber agir û ji Tirkiyê xwestin ku baregehên xwe ji Kurdistanê derxin. Dema gel berbi baregehê ve diçûn û nerazîbûn raber dikirin leşkerên Tirk raste rast gule berda ser gel û di encamê zarokê bi navê Hisên Rêkanî (13) şehîd bû.
Leşkerên Tirk û hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku nekarîn pêş lî gel bigirin, xwestin bi rakirina balafirên şer gel bitirsînin û belav bikin. Ji ber dengê ku balafir li ser xwepêşenderan derxist, welatiyekî bi temen yê nexweşiya wî ya dil hebû ji ber dengê balafirên şer şehîd bû.
Duh şev di saetên dereng de gel careke din kom bû şehîdên xwe bi awayeke girseyî li Şêladizê oxir kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî îro malbatên şehîdan sersaxiyê qebûl dikin.
Ji ber Hikûmeta Herêmê hêzeke zêde ji bo parastina leşker û baregehên Tirk ji gelê, niha bêdengî li herêmê serwere.
Li gor ajansa Rojnews’ê Pêşmergeyekî Zêrevaniyê ku nexwest navê xwe eşkere bike jî dazanîn ku Hikûmet û PDK ditirse ku pêşmergeyên qedîm li dijî baregehên Tirkiyê yên li Behdînan çalakî bikin û dazanîn ku beşeke zêde ya pêşmergeyên qedîm li dijî dagirkeriyêne û alîgirên gelin.