Bahoz Erdal: “Serhildana Şeladizê helwesteke welatparêzî, Kurdistanî û pîroz e”

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Bahoz Erdal diyar kir ku bomberdûmankirina sivîlên li Başûrê Kurdistanê ‘Qetlîama Roboskiyê ya duyemîn e.’ Erdal ji bo serhildana li Şêladizê jî got ku, “Serhildaneke meşrû ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Bahoz Erdal derbarê bomberdûmana dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û serhildana gelê Şeladizê ji ANF’ê re axivî.

Erdal diyar kir ku balefirên şer ên Tirkiyeyê di 23’ê Çileyê de li dijî Dêralokê êrîşek pêk anîbû û di êrîşê de 4 kesên sivîl hatine qetilkirin. Erdal bal kişand ser vî tiştî ku çar balefirên keşfê li herêmê digeriyan û got ku, “Piştre balefirên şer hatin û ev der bomberdûman kirin. Tenê bomberdûmanek pêk nehat. Ev gelên sivîl hatin şopandin û saet û nîvekê hatin bomberdûmankirin. Ji cil û berg û tevgerê wan jî dihate diyarkirin ku ev kesên hatine qetilkirin, sivîl in.”

DIŞIBE QETLÎAMA ROBOSKÎ

Bahoz Erdal diyar kir ku ev êrîş dişibe Qetlîama Roboskî û got ku, “Ji qazî ev kes bûne hedef. Ev qetlîam e. Dixwazin çavê gelê me bitirsînin. Bi vê qetlîamê re dewleta Tirk dixwaze peyamekê bide Hewlêrê û zextan li gelê me bike. Ev parçeyekî mudaxeleya dewleta Tirk e. Ji ber ku Kurd li hemberî hev şer nakin, ev êrîş tê wateya nerazîbûna Tirkiyeyê.

RAPERÎNA LI ŞÊLADIZÊ REWA YE

Bahoz Erdal got serhildana li dijî dewleta Tirk ‘rewa ye’ û domand, ”Ev helwesteke welatparêzî, Kurdistanî û pîroz e. Ji ber vê helwestê em gelê xwe pîroz dikin, silav dikin”.

Erdal got gelê Şêladizê û Dêralokê tiştekî şaş nekirine, mafekî rewa bi cih anîne û domand, ”Divê hikûmetê herêmê û siyasetmedar hurmetê ji vê helwesta gel re bigirin, hêvî dikim ku xwedî lê derkevin.”

Erdal diyar kir divê helwesta gel were teqdîrkirin û li ser daxuyaniyên ku hebûna PKK’ê ya li herêmê dikine hincetan bombetan helwest nîşan da û domand, ”Ev ne rast e, heqîqetê nabêje. Ev gotin, ji bo ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê me zêde bibin wêrekiyê didin. Dagirkirina Tirk a li ser Başûr rewa dikin. Van êrîşên hovene rewa dikin.”

HEBÛNA PKK’Ê YA LI HERÊMÊ JI BO ARAMIYÊ GIRÎNG E

Erdal got, ”Hebûna hêzên PKK’ê di serî de ji bo Behdînanê ti ziyana wê ne li gelê herêmê û ne jî ji tevahiya Kurdistanê nîn e. Berevajî destekeke siyasî û leşkerî ye” û got li dijî êrîşên li ser herêmê gerîlayên PKK’ê parastinê li gel dikn. Erdal got dema êrîşa li ser Şengal û Kerkûkê pêşmerge û gerîla mil dane hev û şer kirine û got, ”Hebûna gerîla ya li vê derê, ji bo aramiya herêmê, ji bo xurtbûna herêma Kurdistanê girîng e.”

ÇI KARÊ VAN BAREGEHAN HEYE?

Erdal got ti sûda van baregehên leşkerî yên Tirk nîn e, hêzên dagirker in û domand, ”Li ser Başûrê Kurdistanê bar e. Hêzeke biyan e. Ên ku ji bo êrîşên hewayî îstîxbaratê didin û koordînatê didin, baregên Baregehên Bamerne, Kanîmasî ne. A rast ev e: Ev baregeh çi dikin? Gelê me yê Başûr van qebûl nake. Ya ku aramiya Başûrê Kurdistanê asteng dike ev dagirkerî ye. Em tevger ji bo aramiya herêmê bi hesasî tevdigerin. Lê dagirkeriya Tirk bi van êrîşan nîşanî hemû Kurdan daye ku dijminatiyê li hemû Kurdan dike. Kurd her li kû bin, li ku derê hêz û rêxistinî bin ji bo dewleta Tirk hedef e.”

Erdal her wiha got gelê Başûr hay ji vê heye, divê hikûmeta herêmê jî vê bibîne û got, ”Ji bo aramiya gelê me, çi bikeve ser me, çi ji dest me were em ê wê fedakariyê bikin.”

DIVÊ HELWESTA GELÊ BEHDÎNANÊ RAST WERE XWENDIN

Erdal herî dawî got, ‘Gelê herêmê qebûl nake ku di vê mijarê de PKK were sûcdarkirin, gelê herêmê ji gerîlayên PKK’ê ne aciz e. Gerîla ziyanê nadin kesî. Berevajî, alîkariyê didin, destek didin Divê helwesta gelê Behdînanê rast were xwendin, ev helwest divê were teqdîrkirin. Ji bo hemû hêzên Kurdistanî peyam e. Ji hemû partiyên siyasî û hêzan helwestê dixwaze. Ji bo yekîtiya netewî, kongreya netewî ban e. Em jî peyamê wiha fêhm dikin.”

Nivîsa Pêş