Hikumetê dest bi binçavkirina kesên tevlî xwepêşandana Şêladizê de bûyîn kir. Îro danê êvarê li Şêledizê gelek kesên ku duh tevlî xwepêşandanê bûyîn, ji aliyê asayîşê ve hatin binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hikumeta Herêma Kurdistanê hêzek mezin birine Şêlediz û derdora wê. Asayîşê dest bi binçavkirina kesên ku tevlî xwepêşandana duh bûyîn kir. Li gorî agahiyan heya niha bi dehan kes hatine binçavkirin.
Balkêşe ku binçavkirin, piştî daxuyaniyên serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destpê kir. Nêçîrvan Barzanî îro di daxuyaniyekê de got ku kesên destê wan di bûyerê hene, wê bên dadgeh kirin.
Herwiha Asayîşa Dihokê îro danê êvarê bi ser mala çalakvanên civaka sivîl Bedel Berwarî de girtin. Bedel Berwarî ji aliyê asayîşê ve hate binçavkirin.
Ji bilî Berwarî, çalakvanê civaka sivîl yê bi navê Salih Rêkanî jî hate binçavkirin. Heman êvara îro berpirsyarê ofîsa NRT yê li dihokê ji aliyê asayîşê ve hatiye binçavkirin. Heya niha jî nayê zanîn berpirsê ofîsa NRT yê li Dihokê li kûderê tê ragirtin.