KDP ofîsa televîzyona NRT a Duhokê ya ku duh li Şeladizê weşana zindî dikir girt.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Herêma Kurdistanê zextên li ser rojnamevan û ragihandinê berdewam dikin. Beriya niha 30 deqeyan televîzyona NRT diyarkir ku asayîşa Dihokê bi ser ofîsa wan ya Dihokê de girtine û ofîs ji aliyê asayîşê ve hatiye gritin.
Televîzyona NRT got ku kilîda ofîsa wan jî ji karmendên wan hatiye standin û asayîşê ji wan re gotiye herin malên xwe.
Duh televziyona NRT xwepêşandanên li Şêledizê bi awayek zindî belav dikir. Heman rojê hêzên asayîşê 4 tîmên NRT li Şêlediz û Dihokê binçav kiri bû.