Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li 2 welatên Ewrûpa li dijîi tecrîdê û ji bo salvegera rizgarkirina 4’mîn Kobanê çalakî li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li 2 welatên Ewrûpa li dijîi tecrîdê û ji bo salvegera rizgarkirina 4’mîn Kobanê çalakî li dar xistin. Di çalakiyan da soza mezinkirina berxwedanê hate dayîn.
MARSİLYA
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Marsîlya (NCDK) li Qada Canabîere di pêşengiya Tevgerên Ciwanên Şoreşger de zêdetirî 700 kes li hev civiyan, bi wêneyên çalakgerên grevên birçîbûnê û dovîzên ‘CPT demildest serdana Îmralî bike’ meşiyan. Ciwan jî bi pankarta “Serî hilde’ beşdarî meşê bûn.
Meş seatekê dom kir û girseya gel piştî ku hate qada mîtîngê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz girtin. Piştre siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan ji gel re axivî û berxwedana gelê Başûrê Kurdistanê ya li dijî dagirkeriyê silav kir.
Piştî Ocalan çalakgerê greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Kerem Solhan bi rêya telefonê beşdarî mîtîngê bû, spasiya xwedîderketina bihêz a gel kir û banga geşkirina çalakiyan kir.
Ciwan Ferzad Medî yê beşdarî çalakiyê bûyî got; “Em ê çawa tecrîdê bişkînin, em ê çawa bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê, divê ciwan di nava van lêgerînan de be. Ji bo şikandina tecrîdê dibêjim ‘Serî hilde.”
Çalakger Soro Yildiz jî got; “Ciwanên şoreşger wê bi pêngava ‘Serî hilde’ bersivê bidin helwesta faşîzan e ya dewleta Tirk. Ciwanên Kurd ên li Marsîlyayê heta şikandina tecrîdê wê li qadan bin. Em ê li dijî bûyerên çêdibin bêdeng nemînin. Em ê bibin dengê çalakgerên greva birçîbûnê.”
ATÎNA
Li paytexta Yewnanîstan Atîna’yê di pêşngiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Navenda Çanda Kurdistan’ê û Komên Anarşîsten ve û bi tevli bûna rêxistinên Çepgirên Tirkiye ve ji bo piştgiriya Rojava û protesto kirina gefên dewleta dagirker a li ser xaka Rojava meşekî girseyî hate li dar xistin.
Meş ji Qada Akademiya’yê bi tevlibûne sedan kesan ve destpêkir. Çalakvanan bi alên posterên Rêberên Gelan Abdullah Ocalan, bi alên PKK, KCK, YPG, YPJ û alên tevgerên çepgir ve meşiyan. Di meşê de gelek caran dirûşmên ji bo piştgiriya Rojava hate berz kirin.
Girse piştre hate li ber Konsulxaneya dewleta Tirk û di vê derê de daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku bi piştgiriya Rojava xwedî li têkoşîna rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn bibin. Her wiha di daxuyaniyê de salvegera 4’mîn a rizgarkirina Kobanê hate pîrozkirin û ji grevê birçîbûnê re bal hate kişandin.”
Çalakî bi dirûşmên piştgiriya Rojava dawî bû.