Meclîsên Ciwanên ê HDP”ê li Amed û Mersîn’ê çalakiya nivîsandin û panqartê li darxistin
AMED/MERSİN – Li Amed û Mersîn’ê ji bo piştgiriya Leyla Guven a ku 82 roje li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan greva birçîbûnê de ye çalakiya nivîsandinê û panqartê hate li dar xistin.
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Amedê pankarta mezin a wêneyê Leyla Guven li ser û “Tecrîdê bişkine” nivîsandibûn li pira Ofîsê daliqandin.
Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Meclîsên Ciwanên HDP ê Mersînê bi dirûşma “Ji Tecrîdê re dawî, Leyla Guven Rumeta me ye” ve çalakiyên nivîsandinê pêkanîn.